Bi 'Henekî' gule berda serî û kuşt 2018-10-21 10:26:02   QERS - Li Kişlaya Orbay a Navçeya Qamişanê ya Qersê esker R.Ş., li nobetê bi 'Henekî' gule berda serê esker Hakan Atan û kuşt. Hat diyar kirin ku dema li nobetê "Henek dikirin' bi şaşî gule li serê Atan ketiye.    Li Kişlaya Orbay a Navçeya Qamişanê ya Qersê esker R.Ş., gule berda serê esker Hakan Atan û kuşt. Hat diyar kirin ku dema li nobetê Esker Ramazan Ş. bi esker Hakan Atan re henek dikir gule li serê Atan ketiye Esker Atan ê bi giranî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qamişanê. Atan tevî hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Atan rakirin morga nexweşxaneyê. Hat diyar kirin ku esker R.Ş. hat binçavkirin. Piştî Hakan Atan jiyana xwe ji dest da, Qeymeqamê Tufanbeylî ya Edeneyê Serhat Atar û Şaredarê Tufanbeylî Remzî Ergul agahî dan dayik û bavê Hakan Atan Selvî û Bahrî Atan. Dê cenazeyê Atan li Tufanbeylî ya Edeneyê bê definkirin.