Parêzerê hat berdan: Parastin bi êrîşan re rûbirû ye 2018-10-21 09:11:27   STENBOL - Parêzer Sezîn Ûçar ku piştî salekê hat berdan, destnîşan kir ku meqama parastinê bi êrîşan re rûberû ye û got: "Tê xwestin parêzertiyê bikin meqameke notertiyê."    Di 19'ê Cotmeha 2017'an de parêzer Sezîn Ûçar, parêzer Ozlem Gumuştaş û rojnamevan Îsmînaz Temel û Hava Cûştan jî di nav de 12 kes hatibûn girtin. Kesên hatin girtin bi îdiayên "propagandaya rêxistinê" û "endamtiya rêxistinê" hatin tawanbarkirin. Di danişîna ewil a li Dadgeha Cezayê Giran a 27'an a Stenbolê rojnamevan Cûştaş û 4 kes hatin berdan. Her wiha di 5'ê Cotmehê de parêzer Sezîn Ûçar û Ozlem Gumuştaş jî hatin berdan. Ûçar, pêvajoya girtinê, şertên girtîgehê û çewisandinên parêzer bi wan re rûberû dimînin nirxandin.    'PARASTIN BI ÊRÎŞAN RE RÛBERÛ YE'    Ûçar, anî ziman ku berê der barê wan de lêpirsînek hebû û wan xwestiye îfadeyê bidin lê belê dozgeriyê ev qebûl nekiriye û bi îdiaya "gumana revê heye" hatine girtin. Ûçar, destnîşan kir ku ji ber fealiyetên xwe yên parêzeriyê hatine girtin û ji ber tev li karên otopsiyê û merasîma cenaze ya muwekîlên xwe bûne hatine tawanbarkirin.    Ûçar, anî ziman ku meqama parastinê bi êrîşên dijwar re rûberû ye û got: "Berî em bên girtin der barê bi sedan hevpîşeyên me de biryara sînordarkirina hevdîtina bi mudafî re hatibû girtin. Ev hevpîşeyên me nikaribûn di dema binçavkirinê de di warê hiqûqê de alîkariya muwekîlên xwe bikin. Niha der barê gelek parêzerên muxalif de lêpirsîn hene. Yanî beriya me parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel hatibûn binçavkirin û girtin."    'DIXWAZIN PARÊZERTIYÊ VEGUHERÎNIN MEQAMEKÎ NOTERIYÊ'    Ûçar, diyar kir ku bi taybetî jî piştî îlankirina Rewşa Awarte parêzertî veguherandina meqamekî noteriyê û got: "Biryarên bê parêziyê têng irtin, danişînên bê parêzer tên kirin. Dixwazin pozîsyona gelek meqamên parastinê bin pê bikin. Pîşeya parêzertiyê muxalîfî ye. Girtina me tenê encamek e."    Ûçar, bilêv kir ku ji ber piştevaniya hevpîşeyên wan û muxalefeta civakiyî hatine berdan, lê belê çewisandina li ser parêzeran didome.    'BARO NE LI CEM ME BÛ'    Ûçar, anî ziman ku dema ew hatine girtin bi tu awayî Baroya Stenbolê alîkariya wan kiriye û dema ew di girtîgehê de bûn ji baroyê kesî serdana wan nekiriye û ji bo wan tu tiştek nekiriye. Ûçar got: "Em ji ber pîşeya xwe hatin girtin. Baro bi kodên genetîk ên siyas tev digere."    BINPÊKIRINÊN MAFAN    Ûçar, destnîşan kir ku 12 sal in ew parêzer e û di dema parêzeriya xwe de serdana gelek girtîgehan kiriye û got: "Lê dema mirov li hundur pirsgirêkan bibîne, ev tiştekî cuda ye." Ûçar, diyar kir ku li girtîgehan tişta herî zehmet jî xwegihandina pirtûk û rojnameyan e. Her wiha Ûçar, anî ziman ku wan ji bo binpêkirinên mafan serlêdan pêk anîne, lê belê bersiva serlêdanan nehatiye dayîn. Ûçar, got, li girtîgehê car carinan cendirme êrîşî girtiyan dikin û binpêkirinên mafan jî zêde ne.    MA / Yasin Kobulan