Akademîsyenên îxrac bûn, ji bo zarokan şahiyê li dar dixin 2018-10-21 09:08:00   MÊRSÎN - Li Mêrsînê, akademîsyenên bi KHK'yan hatin îxrackirin bi mijara "Peresan"ê dê "Şahiya Zanista Akademiyê ya Zarokan" li dar bixin. Hîndekarên ku şahiyê li dar dixin bal kiaşndin ser perwerdehiya alternatîf.    Li Mêrsînê, akademîsyenên endamên Egîtîm-Senê yên bi KHK'yan hatin îxrackirin, dê îsal sêyemîn "Şahiya Zanista Akademiyê ya Zarokan" li dar bixin. Dê bername di 28'ê Cotmehê de li Park Kafeyê dest pê bike. Dê di çarçoveya bernameyê de bi têmaya "Teoriya Peresanê" ya ji mufredatê hat derxistin dê atolyeyên felsefe, zanist, drama, muzîk û çîrokê bên li dar xistin.    Alîgirê Doç. Dr. Velî mert ku bi KHK'ê ji Fakulteya Hunerên Ciwankariyê ya Zanîngeha Mêrsînê hat îxrackirin, destnîşan kir ku bi felsefe û zanistê ji bo têgihiştina cîhanê lêgerîn hene û got: "Me li zanîngehê bi hin hevalan re pratîka vê yekê kir, lê belê ew bêtir bi formên edetî nêzî vê bûn. Qesda min a ji formên edetî, formên dîsîplînê ne. Lê ya me ew e ku, li dor têgînekê hemû qadên zanistê û felsefeyê ye. Me ev proje berpêşî komîsyona perwerdehiyê ya Egîtîm-Senê kir û hat qebûlkirin."   Mert, bal kişand ser perwerdehiya alternatîf jî û got: "Em li vira li gor modelên perwerdehiyê yên heyî, modeleke nû disepînin. Em ji bo encamgirtinê naxebitin. Em ji bo tesîrgirtinê dixebitin. Em vê yekê wekî nîvengeke ku em ê bên gel hev dibînin. Em dixwazin bandorek çêbibe û em nakevin pêyî vê. Em ji bo zarokan derfetên hevdîtinê diafirînin û em wisa difikirin ku dê ev hevdîtin tesîrê li jiyana zarokan bike."    PERWERDEHIYA ALTERNATÎF    Sekretera Perwerdehiyê ya Şaxa Egîtîm Senê Alîgira Doç. Dr. Esra Erguzeloglû jî, bilêv kir ku li dibistanan perwerdehiyeke klasîk heye û bal kişand ser kêmasiyên pergala perwerdehiyê. Erguzeloglû, destnîşan kir ku di demên dawî de Wezareta Perwerdehiyê ya Netewî perwerdehiyê dike piyase. Erguzeloglû, bal kişand ser pergala li dibistanên taybet û got: "Ev li dibistanên dewletê di înîsyatîfa mamosteyan de ye. Lê divê perwerdehî hêsan be û divê wesfên mamosteyan li gorî vê be. Em ji bo vê tev geriyan. Armanca me ew e ku em vê pergala nû berbelav bikin."    Erguzeloglû bal kişand ser mijara "peresanê" ya ji mufredatê hat derxistin û diyar kir ku tevî van atolyeyan ew dixwazin atolyeya dmeokrasiyê jî çêbikin û peresana demokrasiyê ragihînin zarokan.