'Helwesta Bekir Kaya wê muxalefeta civakî xurtir bike' 2018-10-21 09:03:12   WAN - Hevserokê HDP'a Wanê Umît Dede, cezakirina Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya şermezar kir û got: "Wê ev helwest û sekna hevalên me yên girtî bibe sedema xurtbûyîna muxalefeta civakî."   Di 18'ê Cotmehê de Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Wanê 8 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekir Kaya ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin birî. Parêzerê Kaya û Hevserokê HDP'a Wanê Umît Dede cezakirina Kaya nirxand û got: "Me di danişînê de jî dît ku ev doz siyasî ye û tu eleqeya wê bi hiqûqê re tune ye."    ‘ELEQEYA WÊ BI HIQÛQÊ RE TUNE YE'    Dede, destnîşan kir ku Kaya ji 18'ê Mijdara 2016'an ve bi awayekî bêhiqûqî girtiye û got: "Bekir Kaya, bi boneya îhaleya karê peyzajê ya goristanekê hat binçavkirin. Dadgehê der barê îhaleya navborî de, ji bo personelê teknîkî yê serokê komîsyona îhaleyê û şertnameya teknîkî amadeker de biryara beraatê da. Wateya vê ew e, 'sûcê' ku ji bo binçavkirina Bekir Kaya hat nîşandan û qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, ne sûc e. Du sal in girtiye, lê tu eleqeya vê girtinê bi hiqûqê re tune ye."    ‘OPERASYON SIYASÎ YE'    Dede, bilêv kir ku hikûmeta AKP'ê pêvajoya Rewşa Awarte ji bo berjewendiyên xwe veguherandiye firsendekê û got: "Hikûmetê, erkên Rewşa Awarte ên di qanûna bingehîn de hatine nîşandan jî derbas kir û ji bo hemû derdorên muxalif bitepisîne, ev yek ji bo xwe veguherand firsendekê. Di vê çarçoveyê de qeyûm tayînî 96 şaredariyên DBP'î kir. Ger hevşaredarên DBP'î û xebatkarên şaredariyan daxilî sûc bûbin, ne mumkun ev yek di nav hefteyekê an jî mehekê de kiribin. Binçavkirin û Rewşa Awarte nîşanî me dide ku, ev operasyon siyasî ne. Hikûmetê bi vî awayî şaredariyên ku nikaribû bi dest bixe xesp kirin."    'DADGEHAN WEKÎ ÇO BI KAR TÎNIN'    Dede, anî ziman ku ji xwe Kaya jî diyar kiriye ku ew dizanin dê dadgeh biryareke adilane nedin û got: "Ev biryar tenê ne ji bo Bekir Kaya ye. Nîşaneya operasyonên li hemberî hevşaredaran, hevserokên giştî Birêz SelahattîN Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, parlementerên me û bi hezaran endamên me ye. Hikûmetê di pêvajoya Rewşa Awarte de ji bo berterafkirina muxalefetê dadgeh û darazê wekî ço bi kar tîne."    'WÊ MUXALEFETA CIVAKÎ XURTIR BIKE'    Dede, bal kişand ser helwesta Kaya ya li eywana dadgehê û got: "Helbet ev darizandin dibin sedema mexdûrbûyîna hevalên me. Lê wê ev helwest û sekna hevalên me yên girtî bibe sedema xurtbûyîna muxalefeta civakî."   MA / Berzan Guneş – Mujdat Can