Karkerê ji qadê 10 ket jiyana xwe ji dest da 2018-10-21 08:06:19   XERPÊT - Karkerê 65 salî Mehmet Akgul ku ji qatê 10'an ket xwar jiyana xwe ji dest da.    Karkerê 65 salî Mehmet Akgul ku li Xerpêtê karê înşaetê dikir, ji qatê 10'an ket xwar û jiyana xwe ji dest da. Akgul, ku ostayê qalib bû, hevsengiya xwe winda kir û ket xwar. Akgul li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.  Duh jî li Xarpêtê karkerekî înşaetê ji qatê 11'an ketitû û jiyana xwe ji dest dabû. Di 2 rojan de du karkerên înşaetê li Xarpêtê jiyana xwe ji dest da.