Li Colemêrgê 30 herêm hatin qedexekirin 2018-10-20 20:27:01   COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê, li navend û navçeyên bajêr li 30 herêmî "Herêma Ewlehiya Taybet" îlan kir û ketin-têketina van herêman qedexe kir.    Li navend û navçeyên Colemêrgê, 30 herêm ji bo 15 rojan hatin qedexekirin. Walîtiya Colemêrgê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li navenda bajêr, navçeyên wê Çelê, Şemzînan û Geverê li 30 herêmî "Herêma Ewlehiya Taybet" hatiye îlankirin û ji 21'ê Cotmehê heta 04'ê Mijdara 2018'an têketin-derketina van herêman hatiye qedexekirin.