Li Desteya Giştî ya Enqereyê bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê 2018-10-20 20:19:20   ENQERE – Endamê OÇAV'ê Alî Şahîn di Desteya Giştî ya Baroya Enqereyê de bal kişand ser tecrîdkirina li Îmraliyê û got, tecrîda li wir li hemû girtîgahn belav bûye.    Konreya 65'emîn Baroya Enqereym li Navenda Kongre û Hunerê ya Nazim Hîkmet didome. Dê hilbijartina baroyê du rojan dewam bike. Ji bo hilbijartina baroyê 3 namzet hene. Di kongreyê de piştî serokên baroyan parêzer jî axivîn û di axaftina xwe de bal kişandin ser geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê. Endamê koma Parêzerên Azadîxwaz ên Hevdem (OÇAV) Parêzer Alîşan Şahîn, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdkirina li Îmraliyê.    Şahîn, destnîşan kir ku bi salan e Rewşa Awarte li nasnameya kurdî tê ferzkirin û got: "Li Tirkiyeyê Rewşa Awarte ji 16'ê Tîrmeha 2016'an ve didome. Qaşo di sala 2018'an de bi dawî bû, lê belê bereksê wê hat mayîndekirin. Ev yek ji bo binpêkirina civakê tê kirin. Nêzî 8 sal in li Girtîgeha Îmraliyê bi tecrîdkirinên îdarî û polîtîk parêzer nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê çêbikin. Ji ber saziya me ya pîşeyî li hemberî vê bêdeng maye, ev yek ji wan re bûye hêz û ji 16'ê Tîrmeha 2016'an ve ev tecrîd li tevahiya girtîgehên welat belav bûye."