Tedawiya girtiyê nexweş Salîh Gun bi derengî tê xistin 2018-10-20 19:55:01   ENQERE - Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş, di çalakiya xwe ya 2017'an de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Salîh Gun.    Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş, di çalakiya xwe ya 2017'an de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Salîh Gun ku di Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê de ye û nexweşîna dil û fitiqê lê peyda bûye. Daxuyanî li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hat dayîn. Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya ÎHD'ê Nûray çevîrmen daxuyanî xwend.    Çevîrmen, diyar kir ku Salîh Gun ji bo otît a kronîk û bihîstinê tim serî li polîklînîka poz, guh û qirikê dide, lê belê tedawiya wî baş nayê kirin. Gun got: "Ji bo dil anjiyo bûye. Ji ber fitiqa newqê emeliyat bûye, lê belê ji ber êşa wî dewam kiriye sewqî tedawiya fizîkê hatiye kirin. Lê tenê karibûye 10 seansan biçe. Di sala 2011'an de emeliyat bûye, lê hîn jî diêşe. Carinan lingê wî yê rastê ditevixe. Du sal berê çûye cerahiya mêjî û jê re gotine 'An tu yê li ber van êşan xw eragirî an jî tu yê careke din emeliyat bibî.' Ji ber di girtîgehê de ye û ji ber divê emeliyateke bi rîsk bibe, tim egzersizan dike û bi vî awayî hewl dide îdare bike."    AMÛRA BIHÎSTINÊ BI CIH NEKIRIN    Çevîrmen, diyar kir ku di rewşeke herî biçûk de jî êşên Gun zêde dibin û got: "Dema zêde diêşe, hebên êşbirînê û an jî jelê bi kar tîne. Demeke dirêj e guhê wî nerihet e, fonksiyona guhê wî yê rastê çûye. Deng çi qas bilind dibe bila bibe guhê wî yê rastê nabihîse. Di sala 2010'an de li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Suleyman Demîrel a Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Kirikkaleyê muayene bûye û nexweşxaneyê jê re gotiye divê amûra bihîstinê bi kar bîne. Lê belê ji ber wê çaxê Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê heqê vê amûrê nedaye, xwestiye bi pereyê xwe bikire. Malbata wî pere amade kiriye lê dîsa jî li guhê wî nehatiye bicihkirin û sewqî Nexweşxaneya Nimûne ya Enqereyê hatiye kirin. Li wir jî amûr li guhê wî bi cih nekirine. Dema destên wî kelemçekirî bûne, bi lazerê di pozê wî re kîstek biçûk hatiye şewitandin û wî şandine girtîgehê. Her diçe nerihetiya guhê wî zêdetir dibe."    BIJÎŞK TIŞTEKÎ NAKIN    Çevîrmen, bilêv kir ku niha tenê guhê çepê yê Gun dibihîse û ji bo tedawiya wî bijîşk tiştekî nakin û got: "Bi salan e nexweşîna mîgren û sînuzît a kronîk jî pê re heye. Ji bo sînuzan vala bike û herikînê bide sekinandin bi dehan car çûye nexweşxaneyê, lê tim hin derman dane wî û ew şandine. Bi taybetî jî hêla rastê ya serê wî pir nerihet e. Yanî nêza pir nabîne û her diçe hejmara çavê wî zêdetir dibe."    HER DIÇE NEXWEŞÎNÊN WÎ ZÊDETIR DIBIN    Çevîrmen, diyar kir ku her wiha ji zûvde ye romatîzma Gun jî heye û got: "Tim atêşê wî zêde dibe û ji ber vê ji navê û ber jor di nav xwêdanê de dimîne, lê lingên wî û destên wî dicemidin. Ji bo vê jî tenê derziyek dane wî û ji roja ku ew derzî li xwe xistiye êşa wî zêdetir bûye. Sibehan dema radibe destê xwe dike kulm û vedike. Di demên dawî de jî madeya wî diêşê û her wiha mîzoka wî jî nerihet e."    Çevîrmen, destnîşan kir ku divê demildest Gun bê tedawîkirin.