Parêzara Ocalan: Divê li dijî tecrîtê em xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin 2018-10-20 16:51:27 ŞIRNEX - Parêzer Newroz Uysal, di panêla darbarê tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivî û got: “Hewl didin me fêrî tecrîtê bikin, lê divê em li dijî tecrîtê xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin.”  Rêxistinên Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Şirnexê, têkildarî tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan panela “Em tecrîtê bişkînin, faşîzmê hilweşînin” li dar xist. Panel li salona konferasnê ya avahiya HDP’ê pêk hat. Hevserokê HDP’a Bajêr Zekî Îrmez moderatoriya panelê kir. Ji parêzerên Ocalan Newroz Uysal, Hevseroka DBP’ê ya Bajêr Ayşe Altay û gelek kes beşdarî panelê bûn.    Piştî deqeyek rêzgirinê, Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Zekî Îrmez, bal kişand ser komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li ser Ocalan û wiha axivî: “Komploya 9’ê Cotmehê bû sedem ku Birêz Ocalan ji Sûriyeyê derbikeve. Tiliya gelek welatan di vê komployê de hebû. Komploya li ser Ocalan aştiya Rojhilata Navîn asteng dike. Niha bi vê armancê Ocalan tecrît kirin.”   ‘GER EM XWE BIRÊXISTIN BIKIN, EM Ê KARIBÎN TECRÎTÊ VALE DERXÎNIN”   Îrmez, anî ziman ku dixwazin bi tecrîtê gelê Kurd bê bawer bikin û wiha bilêv kir: “Bi vê re jî dixwazin Kurdan parçe bikin. Ligel hemû êrîş, zilm û zextan jî gelê Kurd heya roja îro ji têkoşîn û berxwedana xwe tawîz neda. Di warê hiqûqî û exlaqî de tu binesaziya tecrîtê tuneye. Heya ku Ocalan bê tecrîtkirin, dê gelê kurd jî di tecrîtê de be. Bi tecrîtê xwestin gelê Kurd ji holê rakin. Îro êrîşî hemû nirxên me dikin ji bo ku em karibin hemû êrîşan vale derbixin, divê em xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin. Ji bo vê jî divê em tecrîtê baş fêm bikin û wisan wateyê bidinê.”   PRZ, UYSAL : OCALAN JÎ MÎNA GELÊ KURD LI BER XWE DIDE   Prz. Newroz Uysal jî, diyar kir ku ji bo fêmkirina tecrîtê, divê dest pê kê komploya navneteweyî fêm bikin û wiha axivî: “Bi salane hemû mafên Ocalan tên asteng kirin. Ji bo vîna Ocalan teslîm bigirin, 20 salin polîtîkayên herî zirav birêve dibin. Îro gelê Kurd çawan li ber xwe dide, Birêz Ocalan jî li dijî şertên tecrîtê li ber xwe dide û li Girtîgeha Îmraliyê têkoşînek bêeman bi rêve dibe. Pergala li Îmraliyê li tu deverên cîhanê tuneye. Li Îmraliyê hiqûq tuneye û hiqûqek cuda heye. Ev hiqûq hiqûqa îşkencê ye. Ji ber ku birêz Ocalan rêberê gelekê ye vê yekê dikin. Ji projeyên Ocalan ditirsin. Dema dewletê biryara şer da, deriyê Îmraliyê girtin. Ji ber ku dizanîn ger projeya Ocalan a ji bo gelan pêş bikeve dê tu rol û rista dewletê nemîne.”    ‘DIXWAZIN ME FÊRÎ TECRÎTÊ BIKIN’   Uysal, da zanîn ku hewl didin gelê Kurd fêrî tecrîtê bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro dinava civakê de bertekek mezin li dijî tecrîtê heye. Êdî wisan bûye, em dest bi kampanya kir. Emê xwe tu carî fêrî tecrîtê nekin û têkoşîna xwe mezitir bikin.”   Hevseroka DBP’a Bajêr Ayşe Altay jî, fikarên gel ên li hemberî tecrîtê nirxand û wiha got: “Ji ber tecrîtê dinava gel de fikar û gumanên mezin hene. Divê tecrît bê bi dawî kirin.”   Piştî axaftinan panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.