Namzeta ODAV'ê Keskîn: Em ne esker em hiqûqnas in 2018-10-20 16:44:17   STENBOL - Namzeta ODEV'ê Prz. Eren Keskîn, di Lijneya Giştî ya Baroya Stenbolê de bertek nişanî dirûşmeya "Em eskerên Mustefa Kemal'in" da û got: "Em ne esker in. Em hiqûqnas in."    Lijneya Gişti ya Baroya Stenbolê li Navenda Giştî ya Kongreya Haliçê berdewam dike. Di lijneyê de Namzeta Koma Parêzerên Demokrat û Azadîparêz (ODEV) Eren Keskîn, piştî Serokê Baroyê yê berê Umit Kocasakal axivî  û bertek nîşanî dirûşmeyên "Em esker in" da. Keskin bal kişand ser parêzerên ku hatin kuştin û wiha got: "Rêya wan rêya me ye. Em dixwazin mijara bîrdoziya fermî ya di navenda hiquqê de ye ji niqaşan re vekin. Em dixwazin hiqûqa Mahmut Esat Bozkurt ji niqaşan re vekin. Em berî her tiştî dixwazin hemû nasname wek hev bên girtin û ji aliyê hiqûqê ve hemû nasname bên parastin. Divê li Tirkiye Qanûna Bingehîn ji nûve bê niqaşkirin. Piştî axaftina Serokê Baroyê yê berê Umit Kocasakal komek parêzer li salonê dirûşmeya "Em eskerên Mustafa Kemal in. Kesên ji darbeyan gilî dikin, dirûşmeyên 'Em esker in' berz dikin. Em ne esker in. Em hiqûqnas in. Li ser navê hiqûqê gavên milîtarîst bên avêtin naqê qebûlkirin. Em li dijî senteza îslama tirk in. Dîsa em li dijî feraseta bîrdoziya fermî ne. Di ve rewşa heyî de niqaşa komkujiya Ermeniyan a sala 1915'an, Komkujiya Dersimê û pirsgirêka kurd qedexe ye. Rêveberiya niha hemû kesên aştiyê dixwazin avêtine girtîgehê. Selahattin Demirtaş, Aysel Tugluk hevalên min ên parazvanên mafên mirovan in. Ger ku Baroya Stenmolê li doza Ergenekonê xwedî derdikeve, niha li doza Selahattin Demirtaş, Aysel Tugluk, Ahmet Altan, Nazli Ilıcak xwedî dernakeve. Wê demê hûn alîkirgê bîrdoziya fermî ne.    BAROYA STENBOLÊ RANDEVÎ JÎ NEDA DAYIKÊN AŞTIYÊ   Keskîn, helwesta Baroya Stenbolê ya li dijî Dayikên Şemiyê jî rexne kir û wiha got: "Ez dayikên Şemiyê yên li salonê silav dikim. Nêzî mehek e çalakiyên wan tên qedexekirin. Baroya Stenbolê ku li vir bi denge bilind dike qerîn randevû jî neda Dayikên Şemiyê. Tirkiye peymana navneteweyî imze kiriye. Divê em wekî hiqûqnas zextan li ser vîna siyasî zêde bikin. Em dixwazin rengê mor li baroyê bixin. Em dixwazin rengê xemrî bidin baroyê. Em dixwain LGBTİ+ û jinên trans bînin rojevê. Em dixwazin pirsgirêkên li girtîgehan jî bînin rojevê."    Piştî Keskin axivî parêzeran li ser piyan li çepikan dan.