‘Girtiya nexweş Sîsê Bîngol berdin' 2018-10-20 15:38:34   EDENE - Parazvanên mafên mirovan ên Edeneyê xwetin dayika 79 salî Sîse Bîngol serbest berdin.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê ku her ji 15 rojan carekê der barê rewşa girtiyên nexweş de agahî didin û çalakiya rûniştinê pêk tînin, vê carê bal kişandin ser rewşa Girtiya nexweş a 79 salî Sîsê Bîngol ku li Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarsûsê ye. Parazvanên mafên mirovan ku li Parka Înonu kom bûn, xwest Dayika Sîsê Bîngol bê berdan. Di çalakiyê de rêveberên HDP, DBP, Halkevlerî, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Partiya Kedê (EMEP) amade bûn. Parazvanên mafên mirovan di vê çalakiyê de Pankarta "Bila girtiya nexweş Sisê Bîngol  serbest bê berdan" vekirin. Parazvanên mafên mirovan di çalakiyê de bê navber dirûşmeya  “Bila girtiyên nexweş bê berdan" berz kirin.    Nûnera Herêma Çukurova ya ÎHD'ê Yasemîn Dora Şeker bal kişand ser binpêkirina mafên azadiyê û wiha got: "Di serdema OHAL'ê de binpêkirina mafan zêdebû. Şeker, anî ziman ku her roj lêdan, îşkence û tundiya li ser girtiyan zêde dibe û xwest tundî bi dawî bibe. Divê Sise Bingol bê berdan. Li gorî tespîtên me kiriye li gelek girtîgehan girityên nexweş nayên dermankirin û mafê wan ên tenduristiyê tên binpêkirin. Dîsa dermanê wan bi rêk u pêk nadin wan. Li gorî daneyên Navenda Giştî ya ÎHD'ê 402 girtiyên nexwişa giran hene. Hezar û 154 girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiyan jî Sise Bingol e. Em bang li hemû rayedaran dikin ku Dayika Sîsê Bingol û hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan."