Îfadeya şahidê doza Safiturk: Erê, Na! 2018-10-20 11:01:29   MÊRDÎN - Birayê Qeymeqamê Dêrikê Muhammed Fatih Safiturk ku piştî qeyûm tayînî şaredariyê bû û li avahiya şaredariyê hat kuştin, Alî Haydar Safiturk di her danişînê de diyar kir ku şahid 'Dîn' e. Heta niha xwest lêkolîn bê berfirehkirin. Dîmenên şahid ê ku îfadeya wî tenê ji "Erê" û "Na" pêk tê, gotina Bira Safiturk piştrast dike.    Qeymeqamê navçeya Dêrika Mêrdînê Muhammet Fatîh Safiturk ê ku wek qeyûm tayînî Şaredariya Dêrikê hatibû kirin di 10’ê mijdara 2016’an de êrîşek bombeyî de jiyana xwe ji dest dabû. Der barê bûyerê de doz hatibû vekirin. Heta niha 11 danişîna dozê hatin dîtin. Ji dozê 6 jê girtî 15 kes jê tên darizandin. Darizandin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê berdewm dike.  Daniyîna doza kuştina Qeymeqam Safîturk dê di 22'ê Cotmehê de berdewam bike. Di mutalayê de dozger xwestibû Saime Ateş Şerifoglu, Mehmet Ali Yazil, Huseyin Îzcî, Abdulkadir Deniz, Ahmet Deniz û Fikret Deniz beraet bikin. Dozger disa xwestibûn ku bersûc Tahsin Erdaş, Vedat Erol, Mehmet Deniz, Devran Aslan, Fikret Bagî û Şerif Mansuroğlu yên girtî tên darizandin û Nursel Eser, Ziynet Erdaş û Zuhal Dalçin ên serbest tên darizandin jî 3 caran rastî cezayê muebeta giran bên.    Piştî bûyerê Yekîneyên Parastina Sîvîl (YPS) bûyer dabû ser xwe. Ji darizandina destpêkê heta niha tevî hemû darizandinê tu têkilî û daneyên der barê bersûcên tên darizandin de nehat îspatkirin. Birayê Qeymeqam Safiturk, Ali Haydar Safiturk jî tev li hemû danişînan bû û her dem got tiliya Amîrê Midûriyeta polîsan a Dêrikê di bûyerê de heye. Bira Safiturk, diyar kir ku dozger dixwaze ser bûyerê bigire û hemû sûcî li ser bersûcên tên darizandin bar bike. Bira Safiturk diyar kir ku şahid Mehmet Ali Gezgincî mirovekî "Dîn"e û aqilê wî ne temam e. Di dîmenan de jî derket holê ku êfadeya şahid Gezgîncî tenê ji gotina "Erê" û "Na" pêk tê.      Di dîmenan de tê dîtin ku şahid Gezgincî bi tirkî nizane û bi riya tercûmanê bi rûpoş bersîv dide.    POLÎS ŞAŞ WERGER DIKE   Îfadeya bersûc Gezgîn ji aliyê polîsê wergerê dike, dozger ve tê girtin û parêzer jî li gel wî ye. Di dîmenan te tê ditin ku Gezgincî astengdar e.    ÎFADE ŞAHID KU TENÊ JI 'ERÊ' Û 'NA' PÊK TÊ WIHA YE:    "- Dozger: Teqîn pêk hat. Tahsîn ji odeyê derket. Te cardin Tahsin nedît?    - Wergêr: (Gotina dozger wekî wê werger dike)    - Gezgincî: Na.    - Wergêr: Dozger dibêje piştre 'Te qet tahsîn nedît?'    - Gezginci: Na. Min nedît ez rûniştî bûm.    - Dozger Çi dibêje?    - Wergêr: 'Dibêje Min tahsîn qet nedît'    Dozger wêneyê telefonek ku li ser maseyê li cihê bûyerê ku bi telefonek din hatiye kişandin nîşan da.    Dozger: Telefon li ser maseyeyê, li ser maseya odeya Tahsin e?    - Werger: (Gotina dozger wekî wê werger dike)    - Gezginci: Erê erê.    - Werger ji Gezgîncî dipirse. Te xwe kaş kir û daket jêr?    - Gezginci: Erê.    - Dozger: Çi dibêje?    - Wergêr: Dibêje min xwe kaş kir û daketim jêr.    MA / Ahmet Kanbal - Gokhan Altay