Malbat: Em dizanin kê kuştiye 2017-10-25 17:11:48 MÊRSÎN - Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê Mehmet Kil ê bi darvekirî hat ditîn hat îdîakirin ku întîhar kiriye. Bira Şahîn Kil, diyar ku îdîaya întîharê “Derewe” û wiha got: “Derûniya birayê min ne xirab bû. Em dizanîn kê birayê me kuştiye. Ji bo ronî kirina bûyer çi dibe bila bibe, em ê têkoşîna xwe bidomîn in.” Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê Mehmet Kil ê 24 salî yê bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” hatibû girtin, di 24’ê Cotmehê li qawîşa Bloka A ya Hêjmara 3, bi serşokê ve daliqandin hat dîtin. Hat îdîakirin ku Mehmet Kil întîha kiriye.     Roja ku hat gotin Kil întîhar kiriye, di 23’yemîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Edeneyê de ji dozeke cûda dirûşmeya wî hebû, lê ji ber mazereteke hakimê dadgehê, doz nehatiye dîtin. Rayedarên girtîgehê di saetên nîvrode li malbatê geriya û ji wan re got “Kurê we întîhar” kiriye. Cenazeyê Kil di haman rojê di saetên şevê de, di ablukeya polîsan de li Goristana Kuçukoba ya navçeya Seyhanê tê definkirin. Xizmên Kil, diyar kirin ku wî  întîhar nekiriye, hatiye kuştin.    'GEFA KUŞTINÊ LÊ XARIN'   Kil, di sala 2010’an de bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” hat binçavkirin û li dozger serbest hat berdan. Kil berî 3 mehan di kontrola rê de ji ber cezayê wî hatibû erêkirin, hat binçavkirin û ew şandin Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê. Birayê Mehmet Kil Şahîn Kil, diyar kir ku 15 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dan birayê wî û wiha axivî: “Di rojên dawî de gardiyanên êrîşî birayên min kirîn, gefa kuştinê lê xaribûn. Roja şemiyê ez çûm hevdîtina wî. Ji min re got ‘Êrîşên  gardîyanan her ku diçe zêde dibin. Bi şêv di ser qawîşan de digrin û bi koçikin lêgerîn dikin.’ Ne tenê qala van êrîşan kir, behsa êrîşên fîzîkî û bi gotin jî kir.”   'BERXWEDANA ME WAN DÎN Û HAR DIKE'   Bira Kil, zanî ziman ku di hevdinê de rewşa birayê wî baş bû û wiha got: “Derûniya birayê min ne  xerab bû ku întîhar bike. Îdîayên întîharê jî ‘derewin.’ Berpirsên mirina birayê min gardiyanin.”     'ENCEX CENAZEYÊ WE JI VIR DERKEVE'    Bira Kil di berdewamiya axatin xwe de wiha got: “Di hevdîtinê de birayê min got wî bi ser gardiyan û gardiyanên din re bi fîzîkî û devkî êrîşî hev kirine. Piştî êrîşê gardiyenan ji wî û hevalên wî re gotiye ‘Encex cenazeyê we ji vir derbikeve’ û gef li wan xarine. Ligel vê yekê birayê min got ku ‘çiqas êrîş bikin bila bikin, em ê jî li ber xwe bidin. Nikarin me bin bixwin. Berxwedana me wan dîn û har dike.’”    ‘ROJA DADGEHÊ MIR’   Bira Kil, da zanîn ku berî dadgehê rojekê birayê wî ji wî re wiha gotiye: “Sibe dadgeha mine. Min hevdîtin bi parêzer re kir. Dibe ku ez ceza negirim. Divê ji bo doza sibe ez xwe baş ama de bikim.”    Bira Kil, dest nîşan kir ku birayê wî ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo sê rojan ketibû greva birçîbûnê jî û wiha bilêv kir: “Li ser canê birayê min şopên lêdanê tunebûn. Me li ber malê tazî danî. Bi dehan maşineyên zirxî polîs heya ber deriyê me hatin. Ji me re gotin taziyê rakin. Polîs ji me re got ‘Ji ber ku Walî destûr nedaye divê hûn taziyê rakin.’ Dîsan gotin ‘çi PKK’iyê ser çiya û çi jî yê girtîgehê ferqa nek, hemû terorîstin.’ Dûre tim bi maşîneyên zirxî mal tacîz kirin. Em zanîn birayê min kuştin. Ji bo em berpirsê kuştina wî bibînin, çi bikeve ser milê me emê bikin. Emê destûr nedin ser bûyerê bigirin.”   Parêzer Mehmet Nurî Toprak jî, diyar kir ku tevli kar û barê otopsiya Kil bûye, ji bilî şopa li ser qirika wî tişteke din li ser canê wî tunebû. Parêzer ani ziman ku roja borî bi wîre hevditin kir û wiha got: "Rewşek ku Kîl întîhar bike tune bû. Der barê vê mirine de şik û gumanên me hene. Min der barê sedema kuştinê û komkirina delilan de serî li dozger da.    Xwişka Kîl Zehra Turan jî heman tişt ani ziman û destnişan kir ku birayê wê hatiye kuştin.