Karkerên jin ên rastî dijwariya krîzê tên: Ev ne edalet e 2018-10-20 10:11:55   STENBOL - Fatûreya krîza aborî, dest pê kê bi jinan tê dayîn. Jina karker H.U., diyar kir ku tim bi fiyet erzan di şertên herî giran de xebatî û got: “Lê ligel vê jî ez ji kar avêtim. Karkerên xwedî mafên xwe derdikevin û birêxistin kirî naxwazin.” H.G. jî da zanîn ku krîza aborî bi taybetî bandorê li jinan dike, ma ev edalet e?    Krîza aborî herî zêde bandorê li ser xizanan dike. Ji kar avêtinan re ev bandor girantir û dijwartir dibe. Ji ber krîza aborî berî her kesî jin bi hincetên cuda ji kar tên avêtin. Jinên di fabrîqeyên Herêma Pişesaziya Tûzla Organîze (TOSB) de, dixebetin, bi şert û mercên giran û pirgirêkên cuda re rû bi rû ne.   ‘HER KU EME ÎTÎRAZ DIKIN ZEXT ZÊDETIR DIBIN’   Karkera jin H.U. a 40 salî, diyar kir ku 3 salan di fabrîqeyek plastîkê ya Tûzla de xebitî û wiha axivî: “3 sal şûn de ez ji kar avêtim. Fabriqeye biçûk bû, her ku mezin bû, êrîşên derûnî jî zêdetir bûn. Di pêvajoya dawî de bi hincetên cuda gelek karkerên mafên xwe diparastin û ji bo parastina mafê xwe îtîraz dikirin, bêyî ku tazmîneta wan bidin, ji kar avêtin. Yek ji van karkeran jî ezim. Mirov di warê derûnî de ji qewet dikeve. Karkên bersiva wan bidin û îtîraz bikin li hemberî xwe naxwazin bibîn in. Ji bo çûyîna destşoyê jî, diviya bû destûr bidin. Ji xwe serhosteyê me di got ‘Ez li dijî karkirina jiname. Ma karê we çiye, rûnin mala xwe.’ Bê rawestandin em 8 saetên dixebitin. Berî mehekê ji kar hatim derxistin. Berî min ji kar derbixin hin pirs kirin û dûre bi hinceta amîrê kar ji min ne raziye, ji kar derxistin. Sedema vê yekê pir zelale. Kesekê ku xwedî mafê xwe derbikeve, îtîraz bike û birêxistin kirîbe naxwazin. Dema ez ji kar derxistin, bi navbeynkariya parêzer û kesekê ku kirê kiribûn, îmzeyek bi min dan avêtin û ji bo tezmîneta xwe bigirim ez asteng kirim. Ji ber vê yekê jî mirov nikara maeşê bêkariyê jî bigire. Li ser vê yekê rêyên dozvekirinê jî li mirovan digirin.”   ‘ROLÊN JIN Û ZILAMAN HATINE DIYARKIRIN’   Jina 35 salî N.S. a di fabriqeya plastîk de xebitî û ji kar hat derxistin jî, anî ziman ku 2 salan dinava şertên herî giran de, li fabriqeyê xebitî û wiha bilêv kir: “Di xebata şevê de tim nexweş diketim. Bi şev ne dirazam û serê sibê jî pirsgirêkên cuda hebûn. Mirov ji behna plastîkan bondor dibû. Me kaseyên çend kîlo hildigiritn. Tim qezayên kar dihatin jiyîn. Di van qezayan de mirovan dest û milên xwe winda dikirin. Ji xwe di jiyana kar de rojên jin û zilaman hatine diyarkirin. Ji xwe di destpêkê de jin ji çavan tên derxistin. Piştî ji kar derxistim min pir zehmetî dît. Divê demildest kar bibînim. Keçek min heye. Ger nekarim kar peyda bikim, dê rewşa min nebaş be û ezê nakarim debara xwe bikim.”    ‘DIVIYA BÛ EM 30-40 KÎLO BAR RAKIN’   Jina 35 salî H.G. a nêzî 2 salan di sektora metale de xebitî jî, dest nîşan kir ku ji serê sibê heya şevê li ber ekranê LC a mezin amûr kontrol dikir û wiha got: “Ji ber vê çavên me di êşiyan. Diviya bû em 30-40 kîlo bar rakin. Ev hemû dibûn sedemên nexweşiyên cuda. Ji bo zextê li karkeran bikin tim hincetek heye. Bi zorê me dikarî em destûrê bigirin. Dema destûr didan jî, ji maeşê me dibir în.”   ‘EV NE EDALETE’   H.G. da zanîn ku ji ber krîza aborî fabrîqe xwe biçûk dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her heftê bi hincetên cûda 3-5 karker ji kar di avêjin. Ji ber krîza aborî fabriqeya hevjînê min lê dixebitî hat girtin û bê  kar ma. Maeşê xwe yê 6 mehan negirt. Em niha nikarin fatûreya krediya xwe bidin. Sedema vê rewşa me pergal bi xwe ye. Berî maeşê xwe bigirim, dinyayek bace jê digirin. Lê her tişt ji rêveberiyan re serbeste. Ma ev edalete? Mafên min ên herî bingehîn hemû bi pereyan e. Tenduristî bi pere ye, perwerde bi pere ye û hemû tişt bi pere ye. Tenê karker rastî dijwariya krîzê tên.”   MA / Necla Demîr