Ji bo Erdogan ketina Sûrê qedexe kirin 2018-10-20 10:00:58 AMED – Ji bo hatina Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan a Amedê, tedbîrên ewlehiyê gelek zêde  kirin. Ji bo hatina Erdogan ketina Sûrê ya maşîneyan qedexe kirin. Bi hezaran polîs ji baja û navçeyên derve bi otobusan anîn Amedê.    Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan, bi armanca beşdari musabaqaya fitbolê ku di çarçoveya "Mihrîcana Ciwanan a Diyarbakir" ku Walî, Qeyûm û Vakfa Okçularê ya Amedê bi hevre amade  kirine bibe tê Amedê.  Beriya ku Erdogan bê Amedê polîsan tedbîrên mezin girtin. Bi hezaran polîs bi otobusan ji bajar û navçeyên der û dorê hatin Amedê. Di saetên şevê de bi hezaran polîs li navçeya Sûr, Peyas, Rezan û Yenîşehîrê bi cih kirin. Maşîneyên zirxî li kolanan bi cih kirin. Ji şevê din kontrola GBT ya nasnameya hezarna welatî kirin. Bi ser gelek kargeriyan de girt û li nêzî 50 kargeriyan lêgerîn kirin.   KETINA MAŞÎNEYAN A SÛRÊ QEDEXE KIRIN   Beriya Erdogan bê Amedê ketina maşîneyan a navçeya Sûrê qedexe kirin. Ji sateê 22.00’an a duh ve li navçeya Sûrê ketina maşîneyan qedexe kirin. Hemû rêgehên maşîneyan hatin guhertin. Beriya ku Erdogan bê Amedê bi hezaran polîs ji Mêrdîn, Riha, Xarpêt, Êlih û Çewlikê anîn Amedê. Polîs û eskerên sivîl ên taybet li Stadyuma Amedê, navçeya Sûrê û gelek nokteyên din ên bajar bi cih kirin.    Sala par stada nû ya Amedspor û Diyarbekirspor ku ji bo 33 hezar kesan hatiye avakirin giha çandibun. Lê giha hişk bûbû. Şevê din li sehayê gihayê nû çandin. Bi hinceta giha hişk bûne destûr nedida ku Amedspor lê bilîze. Li gel Erdogan dê Wezîrê Xezînê, Berat Albayrak, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, Wezîrê Cwian û Sropê Mehmet Muharrem Kasapoglu, Wezîrê Pîşesazî u Teknolojiyê Mustafa Varank, Wezirê ragihandinê Cahit Turhan jî dê bên Amedê.