Miduriyeta Perwerdehiyê ji bo hatina Erdogan seferber bû 2018-10-20 09:51:46   AMED – Hat zanîn ku Miduriyeta Perwerdehiya Netewî ya Amedê ji midur û mamosteyên dibistanan xwestiye hejmarek zêde xwendekaran beşdarî Mihrîcana Ciwanan a dê Serokkomar Erdogan tevlî bibe bikin.    Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dê îro bê Amedê û beşdarî Mihrîcana Ciwanan a ji aliyê Walîtiyê Amedê û gellek saziyên din ve tê lidarxistin bibe. Beriya hatina Erdogan li tevahiya Amedê tedbîr hatin girtin û gelek rê li çûnehatê jî hatin girtin. Hat gotin ji gelek bajarên derdorê jî polîs anîne Amedê.    Hin mamosteyên nexwestin navê xwe bidin diyar kirin ku Miduriyeta Perwerdehiya Netewî ya Amedê ji midûrên dibistanan û mamosteyan xwestiye hejmarek zêde xwendekar beşdarî bernameya Erdogan bikin. Mamosteyan got Miduriyetê hem ji dibistanên fermî û hem jî ji dibistanên taybet xwestiye xwendekaran bibin mihrîcanê û heke hejmara ew dixwazin beşdarî vê mihrîcanê nekin çi ji destê wan bê dê li dijî midur û mamosteyan bikin.