Girtiyê nexweşiya Wernicke Korsakoffê nayê berdan 2018-10-20 09:39:23   EDENE – Girtiyê nexweşiya Wernicke Korsakoffê Kemal Ozelmali serbest nayê berdan. Endamê Hewldana Piştevaniya Girtiyên Berê û nexweşên Wernicke Korsakoffê Bekîr Sitki Keçecî xwest demek berî demekê Ozelmali bê berdan.    Girtiyê nexweşê Wernicke Korsakoffê Kemal Ozelmali nêzî 30 salin girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê tê girtin. Ozelmali, tevî rapora “Nikare li girtîgehê bimîne" dîsa girtî ye. Girtiyê nexweşiya Wernicke Korsakoffê Kemal Ozelmali, ji ber ku nayê berdan bi daxwaza bê berdan 23 rojin di greva birçîbûnê dey e. Ozelmali li gel nexweşiya Wernicke Korsakoff bi nexweşiyên rovî, gurçik, prostat, çav, guh û felç dest û piyan û gelek nexweşiyên din pêre hene. Tekildarî rewşa Ozelmali parêzeran ji bo sewqî Saziya tipa Edlî bê kirin serî li Serdozgeriya Edeneyê dan lê heta niha tu encam bi dest nexistine. Ozelmali di sala 1990’an de li Girtîgeha Ulucanlarê ya Enqereyê girtî bû û heta niha çend caran hat berdan û dîsa hat girtin. Ozelmali niha li Girtîgeha tipa F a Kurkçuler a Edeneyê girtî ye. Endamê Hewldana Piştevaniya Girtiyên Berê û nexweşên Wernicke Korsakoffê Bekîr Sitki Keçecî, bal kişand ser rewşa Ozelmalî û xwest bê berdan. Keçecî, anî ziman ku Ozelmali nikare bi tena serê xwe bijî û wiha got: "Ez û Ozelmali di 2002’an de ji ber nexweşiya Wernicke Korsakoffê hatin berdan. Ez û Ozelmali nêzî salekê bi hevre li Girtîgeha Ulucanlarê ya Enqereyê bi hevre girtî man. Nexweşiyên di salên 90’an de di me de derketin, tev ji ber îşkence û muameleya xerab pêş ket. Îro Ozelmali ji bo bê berdan di grava birçîbûnê de ye. Niha bi tena serê xwe nikare li girtîgehê bijî. Niha raporê nadin Kemal Ozelmali. Niha girtina Ozelmali ya li girtîgehê talûke ye. Divê saziya tipa edlî raporê bide û wî serbest berdin. Divê raporê bidin wî û wî serbest berdin.    Girtiyê siyasî Harun Kaya jî der barê rewşa Ozelmali de name nivîsand û diyar kir ku ji bo Ozelmali serbest bê berdan bi dehan caran ji saziyên eleqeder re nivîs nivisandine, lê encam bi dest nexistin. Kaya, anî ziman ku ji ber ew girtiyên siyasî ne nivîsen wan bên bersîv tên hiştin û wiha got: "Ozelmali divê serbest bê berdan. 23 rojin di greva birçîbûnê de ye. Rewşa tenduristiya hevalê me her ku diçe xerab dibe. Ji bo rewşa wî bêtir giran nebe em dixwazin bê berdan."   MA/ Ergin Çaglar - Hamdullah Kesen