‘Divê hemû kesên xwedî wijdan piştgiriyê bidin çalakiya Dayikên Şemiyê' 2018-10-20 09:19:43 STENBOL - Mirova Şemiyê Leman Yûrtsever, 22 sal in ji bo windayan tevî Dayikên Şemiyê têdikoşe. Yûrtsever got: "Divê hemû kesên xwedî wijdan destekê bidin çalakiya Dayikên Şemiyê."  Tevî hemû qedexeyan û şideta polîsan, dîsa jî çalakiya Dayikên Şemiyê didome. Di 21'ê Adara 1995'an de dema Hasan Ocak hat windakirin, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) kampanya da destpêkirin û piştî cenazeyê Ocak hat dîtin, her çû lêgerîna ji bo edaletê xurtir bû. Piştî vê cara ewil Dayikên Şemiyê di 27'ê Gulana 1995'an de li Qada Galatasarayê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.    JI ROJA EWIL VE LI CEM WAN E    Leman Yûrtsever, dema çalakiya rûniştinê dest pê kir 30 salî bû û windakirina Hasan Ocaka ji televîzyonê hîn bibû. Yûrtsever ku berê jî malbata Hasan Ocaka nas dikir, wexta piştî windakirina Ocak çalakiyên Dayikên Şemiyê dest pê kir ew jî daxilî çalakiyê bû. Di 1'ê Nîsana 1996'an de jî hevjînê hevala wê Hasene Turkoglû Talat Turkoglû hat binçavkirin û windakirin. Yûrtsever û Turkoglû ji bo Talat Turkoglû bibînin heta Çemê Merîcê li her derî geriyan û bi hêviya dê xeberek bê heta derengê şevê li ÎHD'ê sekinîn. Yûrtsever, li hêlekê hem li Turkoglû digere li hêla din jî dibe şahidê windayên nû. Piştî vê Yûrtsever bi temamî tev li têkoşîna xizmên windayan dibe û tevî Dayikên şemiyê li Qada Galatasarayê tim tev li çalakiya rûniştinê dibe.    30 HAFTA GÖZALTI   Yûrtsever, bi bîr xist ku dema ew diçûn Qada Galatasarayê bi çewisandin û şidetê re rûberû diman û got: "Destûr nedidan daxuyaniyên ji bo çapemeniyê. Mudaxile dikirin. Di 15'ê Tebaxa 1998'an de çewisandin û şidet zêde bû. Bi pehîn û kulman li mirovan didan. Kûçikên wekî guran dianîn. Di hudnurê otobêsê de faz davêtin mirovan. 30 hefteyî em hatin binçavkirin. Me di kuçeyê de silav bidana kê ew binçav dikirin. Hemû cîhan hay ji windayan û Dayikên Şemiyê çêbibû. Dema em hatin binçavkirin ji her derê  cîhanê name ji me re dihatin. Em bi biryar bûn ku divê em hay jia qûbeta windayan hebin. Ev têkoşîn heta niha dewam kir."    ‘ÇÎ TE WINDA BÛYE?'    Yûrtsever bilêv kir ku polîs gef li wê jî dixwarin û digotin "Em ê te jî winda bikin, wê wêneyê te jî hilgirin". Yûrtsever, diyar kir ku jê re digotin "çî te winda ye" û gef lê dixwarin. Yûrtsever diyar kir ku çîroka windayan tesîreke mezin lê kiriye û got: "Ji bo teşhîskirina windayan em tim diçûn morgan. rewşeke pir tarvmatîk bû. Min hemû winda wekî windyaên xwe didîtin. Ev meseleya wijdanê ye. Ez tim li gorî wijdanê xwe tev geriyam."    ‘EM Ê DEV JÊ BERNEDIN'    Yûrtsever, bal kişand ser qedexekirina çalakiyên Dayikên Şemiyê û got: "Dayikên şemiyê tevgereke ku tim xwe nû dike. Qada Galatasarayê jî qadeke hafizeyî ye. Divê ew qad bibe 'Qada Dayikên Şemiyê', lê bereksê vê tev digerin û bi şidet û çewisandinê tev digerin. Berê jî em bi heman şidet û çewisandinê re rûberû diman. Dayikên me dev jê bernedan. Heta dayik dev jê bernedin, em ê qet û qet dev jê bernedin."    Yûrtsever diyar kir ku heta dînamîkên civakiyî danekevin kuçeyan dê çewisandin dewam bikin û got: "Meseleya windayan meseleya hemû civakê ye. Ger ne ji ber vê têkoşîna dayikan bûna, dê gelek kes bihatana windakirin. Yanî divê mirov nebêje windayê min, windayê te. Loma divê herkes dakeve kuçeyan û bibe dengê dayikan. Divê hemû kesên xwedî wijdan destekê bidin çalakiya Dayikên Şemiyê."    MA / Melike Ceyhan