Gelê Wanê: Em ê şopdarê doza Bekir Kaya û hevalên wî bin 2018-10-20 09:18:09 WAN - Gelê Wanê, bertek nîşanî cezakirina Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Wanê da. Waniyan got: "Bekir Kaya, vîna vî gelî ye. Em ê girêdayî doza wî û hevalên wî bin."  Du na pêr Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Wanê  8 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Wanê Bekir Kaya ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin hat birîn. Gelê Wanê bertek nîşanî cezayê li Kaya hat birîn dan.    ‘EM VÊ NEHEQIYÊ QEBÛL NAKIN'    Fîkret Dûman: Dewlet sirf ji ber siyasetmedar e û kurd e ceza li Bekir Kaya birî. Em vî cezayî qebûl nakin. Ev bêhiqûqîtî ye. Bi salan mufetîş yeko yeko şaredarî kontrol kirin. Lê belê dîsa jî ceza li Bekir Kaya birîn. Bi rastî jî gelê Wanê ji Bekir Kaya hez dike. Ji bo gelê Wanê pir tev geriya û bi feraseta siyasî ya vî gelî mezin bûye. Em vê neheqiyê qebûl nakin.    ‘WANÎ HEMÛ JI BEKIR KAYA HEZ DIKIN'    Omer Ûçar: Wanî hemû ji Bekir Kaya hez dikin. Dewleta AKP'ê ev yek tehemul nekir. Loma pêşî qeyûm tayîn kir, paşê ceza birî. Pêşî 8 sal û 9 meh, paşê jî 8 sal û 3 meh ceza birîn. Di vê hilbijartinê de em ê hemû şaredariyên xwe bistînin. Qeyûman hemû tiştên şaredariyan firotin. Lê hevşaredarên me budçeya şaredariyê dan ser hev. Em vê neheqiyê qebûl nakin. Divê demildest dev ji van cezayan berdin.    ‘EM Ê BERSIVÊ BIDIN'    Abdulselam Kûrt: Bekir Kaya vîna gelê Wanê ye. Em vî cezayî şermezar bikin. Erdogan çend roj berê got 'Daraza me bê alî ye.' Lê belê radibin ceza li Selahattîn Demîrtaş û HDP'iyan dibirin. Em ê di Adarê de bersiva Erdogan û Bahçelî bidin. Bila Bekîr Kaya bizanibe ku heta em sax bin em ê têkoşîna wî û hevalên wî dewam bikin. Jixwe Bekir Kaya ji malbat û zarokên xwe bêtir, behsa destkeftiyên civakiyî dike. Ev cezayê li Bekir Kaya hatiye birîn teqez dê ji bo gelê me veguhere destkeftiyeke mezin. Bila Bekir Kaya zanibe sed sal jî derbas bibe em ê dîsa jî li ser şopa doza wî û hevalên wî bin. Cezayê li Bekir Kaya hatiye birîn şermezar dikim.    ‘JI BO HERKESÎ WEKHEV TEV GERIYA'    Seyfettîn Bor: 50 sal in heta niha şaredarekî wekî Bekir Kaya nehatiye Wanê. Bekir Kaya, mirovekî durist bû. Me heta niha tu kêmasiyeke wî nedîtiye. Qeyûm tayînî şûna mirovekî wisa durist kirin. Çimkî duristiyê tehemul nakin. Doza Bekir Kaya derî hiqûqê bû. Biryarên hatine dayîn hemû siyasî ne. Bekir Kaya mirovekî adil bû. Tu cudahî nedixist nav AKP'î, MHP'î, HDP'iyan, bi awayekî wekhev xizmeta herkesî dikir.    Mecît Çetîn: heqareteke mezin li Bekir Kaya hat kirin. Li vî welatî bi navê heq û hiqûqê tiştek nemaye. Bekir Kaya Wanê xweşik kir. Ji ebr ev kir, dewletê tehemul nekir. Ev biryar biryareke neheqî ye. Xwezî sûcekî Kaya hebûna û bigotana. Qene wê mirov zanibûna ka ji ber çi hatiye girtin. Xwedê dê hesabê vê neheqiyê bipirse.    Bakî Mendî: Hilbijartin çawa mafê mirovên din be, ew qas jî mafê Bekir Kaya ye. Wî girtin, ceza lê birîn. Xwedê vê yekê qebûl nake. Cezayê li Kaya hat birîn siyasî ye. Tu sûcê wî tune bû. Bekir Kaya ji bo me hêja ye. Em li Stenbolê dijîn, lê me ji wir jî dibihîst ka xizmeta wî çawa ye. Xizmeta kesî nekir Bekir Kaya kir. Ev ceza bêhiqûqîtî ye."