Colemêrgî dixwazin Leyla Guven li kuçe û kolanên bajêr be 2018-10-20 09:15:04 COLEMÊRG - Gelê Colemêrgê, heyeta HDP'ê ya silavên Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê ragihandin bi kêfxweşî pêşwaî kirin. Gelê bajêr, xwest vîna wan ne di girtîgehê de, li kuçe û kolanên bajêr be.  Parlementerên HDP'ê Salîha Aydenîz, Semra Guzel, Ayşe SUrucu û Saît Dede li ser navê Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Cicaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê li navend û navçeyên Colemêrgê xebat bi rê ve birin. Heyetê, li cihên lê geriyan silavên Guvenê ragihandin û ji ber vê gel bi kêfxweşî ew pêşwazî kirin.    Heyeta ji parlementeran pêk hat, li navenda bajêr hevdîtin bi gel re çêkirin û paşê çûn Gever, Şemzînan û Çelê. Heyetê li navçeyan bi esnaf, malbatan re hvedîtin çêkirin û çûn gundan. Di sohbetên bi gel û esnafan re hatin kirin de, gel anî ziman ku ew naxwazin vîna wan di girtîgehê de be, dixwazin li kuçe û kolanên bajêr be.    'GEL GUVENÊ DIXWAZE'    Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, anî ziman ku herî zêde vîna gelê Colemêrgê tê binpêkirin û got: "Berê jî Selma Irmak, Abdullah zeydan û Nîhat Akdogan ku hatibûn hilbijartin hatin girtin. Hîn jî Zeydan û Irmak bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehê de ne. Niha jî bi heman awayî Leyla Guven girtiye û bi tu awayî daxwazên ji bo berdana wê nayên qebûlkirin. Çimkî ferman ji jorê tê. Ew kengî bixwazin dê daraz wê çaxê berde. Tenê parlementereke meclîsê girtiye û ew jî jin e. A rast ev jî nîşan dide ku bi vî awayî êrîşî vîna jinan dikin. Bi vê tenê êrîşî parlementeran nakin, ji keyayan bigirin heta hevşaredaran êrîşî hemûyan dikin."    Surucu got: "Ji deverên ku HDP'ê herî zêde deng jê girtine yek jê jî Colemêrg e. Colemêrgê, Leyla Guvenê jî bi dengekî zêde hilbijart. Loma dixwazin wê di Meclîsê de bibînin. Gel bi coşeke mezin em pêşwazî kirin. A rast ev pêşwazîkirin ji bo kesên vînê nas nakin bersiv e. Ev pêşwazîkirin pêşwazîkirina Guvenê ye. Ev pêşwazî tê wateya 'Hûn çi qasî nas nekin, em ê jî ew qasî xwedî lê derkevin.' Ev nêzîkatiya gel hêza me xurtir kir. Em ê jî bersivê bidin kesên vîna me û têkoşîna me nas nakin."    Surucu, bal kişand ser daristanên li Colemêrgê tên şewitandin, îlankirina qedexeyan û binpêkirinên mafan jî. Surucu got, sedema girtina Guvenê yek jî ev e ku, dixwazin polîtîkayên xwe dewam bikin. Surucu destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe bilindtir bikin û li ber van çewisandinan bi paş ve gav neavêjin.