ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2018'AN 2018-10-20 09:00:11 * Gelê Colemêrgê, heyeta HDP'ê ya silavên Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê ragihandin bi kêfxweşî pêşwaî kirin. Gelê bajêr, xwest vîna wan ne di girtîgehê de, li kuçe û kolanên bajêr be.  * Çalakiya nobetê ya li Kizilcakoyê ku li hemberî JES'ê tên çêkirin hat destpêkirin didome. Berdevkê AYÇEP'ê Mehmet Vergîlî, diyar kir ku av, hewa û axa bajêr qirêj bûye û got: "Ji ber germahiya 35 santralan ji sedî 50 berdariya hejîran, ji sedî 50 berdariya zeytûnan û ji sedî 30 jî berdariya kestaneyan kêm bûye."    * Li Colemêrgê, Lokman Aydogan ku ji bo dawet û organîzasyonan xwarinê çêdike, anî ziman ku ji ber zemên tên kirin êdî kes wek berê di dawetan de xwarinê nade. Akdogan, diyar kir ku kîsê birincê ji 55-60 lîreyî bû 105 lîre û kîloya goş ji 20-25 lîreyan bû 45-50 lîre.    * Albuma “Nurê" ya Ergîn Xelîkan derket. Xelîkan got: "Muzîk deryayeke bêbinî ye. Muzîka kurdî jî bi reng, meqam û çêja heyecaneke cuda li mirov peyda dike."    * Gelê Wanê, bertek nîşanî cezakirina Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Wanê da. Waniyan got: "Bekir Kaya, vîna vî gelî ye. Em ê girêdayî doza wî û hevalên wî bin."    * Berîvan Bîtmen ku ji Mêrsînê sewqî Tarsûsê û ji Tarsûsê jî sewqî Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê hat kirin, ji malbata xwe re got di rê de hatiye derbkirin. Her wiha Bîtmen, got li hewadariyê girtiyên DAIŞ û FETO'yê gefan li wan dixwin.    * Mirova Şemiyê Leman Yûrtsever, 22 sal in ji bo windayan tevî Dayikên Şemiyê têdikoşe. Yûrtsever got: "Divê hemû kesên xwedî wijdan destekê bidin çalakiya Dayikên Şemiyê."    * Baroya Stenbolê, dê desteya xwe ya giştî ya du rojan berdewam bike li Navenda Kongreya Halîç pêk bîne. (10.00)   * HDP, dê bi tevlîbûna Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan  û Sezaî Temellî û siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk li Salona Konferansa Vedat Aydin a avahiya HDP'a Amedê bi şîara "Emê xwe û bajarê xwe bi xwe birêve bibin" de Komxebata Rêveberiyên Herêmî pêk bîne." (10.00)     * Dayikên Şemiyê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin dê di hefteya 708’an de li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)    * Li Amed û Êlihê ÎHD û xizmên windayan dê çalakiya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" pêk bînin. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê, dê têkildarî girtiya nexweş Sîse Bîngol a li Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarsûsê tê girtin, li ber Parka Îsmet Înonu daxuyaniyê bidin çameniyê. (12.30)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 343'an de li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" pêk bînin. (13.30)   * Malbatên Pirsûsê, bi daxwaza "Ji Pirsûsê re edalet, ji hemû kesan re edalet" dê çalakiya xwe ya 39'emîn li Kadikoy Halîtaga pêk bînin. (18.00)