Koç: Di salek dawî de çend eskeran întîhar kiriye? 2018-10-19 19:00:55   ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Abdullah Koç bi boneya Wezîrê Parastina Neteweyî Hûlûsî Akar bibersivîne der barê întîhara eskeran de pirsname da meclîsê.  Koç diyar kir ku di rojên dawî de întîharên eskeran dikeve rojevê û ev pirs ji Wezîr pirsîn: "Di 5 salên dawî de çend eskeran întîhar kiriye. Di salek dawî de çend eskeran întîhar kiriye. Di salek dawî de çend esker di şer de jiyana xwe ji dest dane?"     Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Abdullah Koç têkildarî întîhara eskeran pirsname da meclîsê û xwest Wezirê Parastinê yê Neteweyî Hûlîsî Akar bibersivîne. Koç, diyar kir ku her roj kuştina şik û întîhara eskeran li Tirkiye dibe rojev û wiha got: "Herî dawî li Navçeya Altindagê li semta Ulusê ya Enqereyê li Gazinona Mehmetçîk hat îdîakirin ku eskerê ji Rihayê M.B’ întîhar kiriye. Bi heman rengî dîsa li Fermandariya Cendirmeyan a Kîlîsê eskerê ji Rihayê O.F.D hat îdîakirin ku întîhar kiriye. Di 12'ê Îlona 2018'an de jî li Navçeya Dînarê ya Afyonê eskerê ji Êlihê M.A û yi Balikesirê jî dîsa esker H.A întîhar kir. Li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û xala 9'emîn a Konseya Ewropayê reda wîcdanî mafekî mirovî ye. Li gel vê yekê Tirkiye bi israr vî mafî nas nake.    Li gorî vê yekê; di navbera salên 2013-2018'an de li Tirkiye hêjmara eskerên ku tê idîakirin întîhnar kirine çiqas e? Der barê çend întîharan de doz û lêpirsîn hatiye kirin. Di salek dawî de eskerên hat îdîakirin întîhar kiriye çiqas e? Dîsa di salek dawî de hêjmara eskerên di şer de jiyana xwe winda kiriye çiqas e? Esker û personelên ji ber fikr, bawerî û nasnameya xwe întihar kiriye çiqas e? Li gorî eskerên întîhar kirine daneyên der barê bajar û herêmê wan de hene? Ger ku hebe hûn dê bi cemaweriyê re parve bikin. Eskerên ku tê îdîakirin întîhar kirine dê alîkariya maddî bidin malbatêm wan. Eskerên ku rastî tundiyê tên saziya ku serî lê bidin û mafê xwe biparêzin heye?