Gulser Yildirim a HDP'î nehat berdan 2018-10-19 16:58:37   MÊRDÎN - Parlamentera HDP'ê ya Mêrdîn ya berê Gulser Yildirim ku girtî tê darizandin, piştî Dadgeha Îstinafê cezayê li wê hatiye birîn xera kir, ji nûve hat darizandin. Yildirim di danişina yekem ne nehat berdan. Parêzerê Yildirim bertek nîşanî helwesta dadgehê da û diyar kir ku dadgehê biryarêin DMME û AYM'ê binpê kirine.    Danişîna doza Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim ku 7 sal û 6 meh ceza lê hat birîn û dadgeha bilind ceza xera kir, ji nûve li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdinê hat dîtin. Yildirim ji girtîgeha Tîpa F a Kandirayê bi riya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Li salona dadgehê xizmên Yildirim û parlamenterên HDP'ê Ebru Gunay, Pero Dundar û Nuran Îmir amade bûn. Dozger mutala xwend û xwest Yildirim bi sucdariya "Endama rêxistina çekdarî" bê cezakirin. Yildirim jî parastin kir û ewil sersaxî ji Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahim Ayhan re xwest û wiha got: "Em li cem şevranên azadiyê yên xwe ji bo gelê xwe veda dikin cih digirin. Min berê jî parastin kiribû. Lê ji ber ku asta daraza Tirkiye hatiye êdî tu wateya parastinê tune ye. Ji ber ku daraza Tirkiye îro ne azad û ne jî serbixwe ye. Bedela wê çi dibe bila bibe em dê ji bo rûmeta mirovahiyê tekoşîna xwe berdewam bikin. Daraz ne serbixwe ye. Ji ber ku di doza Keşe Andrew Craig Brunson de diyar dibe. Dadgehê bi serê xwe biryar neda. Li ser peymana di nava rêveberên DYA û Tirkiye de Brûnson hat berdan."    Yildirim, bertek îdîaya dozger a "Endama rêxistinê ye" jî da û wiha got: "Endamtiya rêxistinê çiye? Kesê ku raste rast li ser navê rêxistinê dixebite û îmze tavê bin xebatê wan e. Ez wekîla HDP'ê me. Ez li gel HDP'ê ji bo mirov azad û demokratîk bijîn têdiktşim. Ger ku li Tirkiye parastina jiyana azad a mirovan sûc e, ez dê vî sûcî berdewam bikim. Ev pergala heyî êdî bûye pergala darirkeri û zordariyê. Hemû saziyên dewletê bûne saziyên ku AKP li ser wan zordestî û despotiyê dike. Ewil wekîl girtin, niha keyayan digirin. Kîder vê yekê demokrasî ye."    Parêzerê Yildirim jî parastin kir û diyar kir ku îdîa li dijî hiqûqê ye û xwest Wekîl Yildirim bê berdan. Heyeta dadgehê navber da danişînê û daxwaza berdana Yildirim red kir. Heyeta dadgehê piştre doza Yildirim taloqî 9'ê Mijdarê kir.      Piştî danişînê parêzerê Yildirim Prz. Azad Yıldırım, ligel parlamenteran li Parka Karayollari daxuyanî da û biryara dadgehe şermezar kir. Prz. Yildirim bertek nîşanî helwesta dadgehê da û diyar kir ku dadgehê biryarêin DMME û AYM'ê binpê kirine.