Peter Steudtner: Ez ji bo aştiyê xebitîm 2017-10-25 16:53:21 STENBOL – Welatiyê Alman û Perwerdekarê Mafên Mirovan Peter Steudtner li dadgehê parastin kir û diyar kir ku hemû saziyên lê xebitî li dijî tundiyê û li gorî zagonî wî welat têkoşiya û wiha got: "Ez her dem ji bo aştiyê û li dijî tundiyê têkoşiyam."  Rûniştina doza 9 jê girtî 11 parazvanên mafên mirovan li 35'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewam dike. Rûniştina dozê bi parastina Welatiyê Alman û Perwerdekarê Mafên Mirovan Peter Steudtner didome. Steudtner, piştî Dalkiran dest bi parastinê kir û anî ziman ku hemû saziyên lê xebitîn tevan li dijî tundî û parastina mafên mirovan têkoşîn daye.    Steudtner parastin kir û wiha got: "112 rojin ez li gorî pêvajoya darazê tev geriyam. 20 salin bi awayekî profesyonel ez wekî kesên kar sivik dike û hîndekarê mafê mirovan dixebite. Di salên ewil de ez li Mozambîk û Afrikaya Başûr xebitîm. Li Mozambikê ji bo zarok neçin mleşkeriyê û vegerin malên xwe ez xebitîm. Ez her dem ji bo aştiyê û li dijî tundiyê ez xebitîm. Di 15 salên dawî de ez li Mozambik, Angola, Kenya, Fîlîstin, Nepal û Myanmarê xebitîm. Piştre hatim Tirkiyeyê. Hemû saziyên ez lê xebitîm tev li dijî tundiyê û li gorî zagonên wî welatî dixebitin. Ez tu rêxistin û saziyên ku têkiliya wan bi tundiyê re heye naparêzim .   Steudtner, destnişan kir ku medya bi nûçeyê çêkirine mafên mirovan îhlal kirine û wina got: "Me ev yek îtîraz kir. Lê darazê j bo mafê me biparêze tu tişt nekir. Dema ez hatim binçavkirin ez rastî binpêkirina mafên mirovan hatim. Heta saet 12.00’ê şevê ji min re negotin mafê te yê bêdengiyê heye. Li qereqolê di bin gefan de bêyî qeyd û kuralan guhdar bikin îfadeya min girtin. Piştî em hatin girtin hemû têkiliya me qut bû. Ez 3 rojan di hucreyê de mam. Ev girtîgeh ji bo min gelek giran bû. Ji ber ku derfeta malbata min bê vir tune bû. 2 zarokên min ên biçuk hene. Ez ji 2 hefteyan tenê 10 deqeyan axivîm. Îdîayên der barê me de bê esl in. Polîsan tu qanit nîşan neda ku dest agahiyên min ên dijîtal nedane. Ez nizanim dosyayên min wekî ku min hiştine ya na.