Kursiya Mafê Mirovan a Tahîr Elçî tê danîn 2018-10-19 15:59:50   AMED – Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin diyar kir ku ew ê li ser navê serokê wan Tahîr Elçî ê hat kuştin dê her hefteyê binpêkirina mafan guftûgo bikin û dê Kursiya Mafê Mirovan a Tahîr Elçî deynin.    Baroya Amedê ji bo cînayeta Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Minareya Çar Lind a Sûrê hat kuştin ronî bibe her hefte li ber Dadgeha Amedê çalakî li dar dixe. Baroyê di hefteya 146’emîn de çalakiya xwe protestoyî li dar xist. Rêveber û endamên Baroyê beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin axivî û bi bîr xist ku nêzî 3 sal e bi ser kuştina Elçî de derbas bû û got: “Ji bo ev cînayet ronî bibe, kujer derkevin holê û em têkoşîna mafê mirovan û fikrên birêz serokê xwe xwe bidin jiyîn, em carek din li vir in.”    ‘EM Ê LI HER QADÊ BIN’    Aydin anî ziman ku Tahîr Elçî ji wan re gelek mîrasek giranbûha ya têkoşîna mafê mirovan hiştiye û wiha dewam kir: “Barek giran li ser milê me ye. Em di ferqa vê de ne. Bêşik wê ev çalakî bidome. Çimkî hin kes dixwazin vê cînayetê bi me bidin ji bîr kirin. Dixwazin ji hişê me derxin. Lê em ê di nava bîra xwe de bikolin. Ji bo di bîra civakê de bimîne çi ji destê me bê em ê bikin. Heta cînayet ronî bibe û kesên serokê me kuştin derkevin holê û radestî darazê bên kirin, em ê heta dawiyê vê têkoşînê berdewam bikin. Em li vê qadê û li qadên din bin jî.”    'EM Ê VIR BIKIN QADA GUFTÛGOYA MAFÊ MIROVAN’    Aydin destnîşan kir ku ji bo her hefte çalakî bibe xwedî naverokek dewlemend dê hin guhertinan di naveroka çalakiya xwe de çêbikin û got: “Ji bo kujerên Elçî bên dîtin, em ê naveroka çalakiyê dewlemend bikin. Di heman demê de em ê vir veguherînin kursiya mafê mirovan. Kursiya Mafê Mirovan a Tahîr Elçî. Her hefte li vir wê rojê, wê hefteyê ango wê mehê em ê der barê mafên bingehîn, binpkêkirina mafên li dijî azadiyê em ê nêrîna xwe bi we û raya giştî re parve bikin. Çimkî em vê dizanin. Tahîr Elçî tenê ne hiqûqnasek bû. Parêzerek bihêz û baş bû. Lê mixabin di nav vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest da. Parêzeriya binpêkirina mafên mirovan dikir. Armanca avakirina kursiya mafê mirovan ew e ku; em vê bîranîna wî û têkoşîna bidin jiyîn. Me jî vê biryarê girt. Yanî wê ev der bibe cihê guftûgoya mafê mirovan.”    Daxuyanî bi çalakiya 5 deqîqeyan a rûniştinê xelas bû.