Li zeviya vala 6 saetan îşkence lê kirin 2018-10-19 15:23:40   ÎZMÎR - Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê li ser îşkenceya ku polîsan 6 saetan li zeviyek vala li Yigît Uste kirin û xwestin bibe sîxur, civîna çapemeniyê pêk anî. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Zafer Încîn, diyar kir ku ev sûcê mirovahiyê ye.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, der barê binçavkirin, tundî, îşkence û spartina sîxuriyê de li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Bavê Yîgît Uste yê di 5'ê Cotmehê de li navçeya Torbali ji aliyê polîsên sivîl ve hat binçavkirin û rastî îşkenceyê hat Harbî Uste û rêveberên ÎHD'ê amade bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Zafer Încîn, diyar kir ku Uste 6 saetan li zeviyek vala rastî îşkenceyê hatiye. Serokê Şaxa ÎHD'ê Prz. Zafer Încîn, diyar kir ku îşkence sûcê mirovahiyê ye. Prz. Încin, anî ziman ku tu carî îşkence û binpêkirina mafan rewa nabe. Îşkence û muameleya xerab di belge û hiqûqa navneteweyî de li dijî mafên mirovan e. Li Tirkiye hêj mafên mirovan tê binpêkirin. Încîn, der barê Yîgît de ev agahî parve kirin: “Bi hinceta der barê Yîgît Uste de biryara girtinê heye li navçeya Torbali ji aliyê yekîneyên polîsan ve rastî binçavkirinê tên. Wî dibin Midûriyeta Polîsan a Torbalî. Dema wî binçav dikin agahiyê nadin malbata wî. Piştî malbat fêr dibin bi riya parêzer serî li Midûriyeta Polîsan a Torbali didin. Piştre serî li Şaxa TEM'ê ya Îzmîrê didin. Heta saet 15.00-16.00’an li Midûriyeta Polisan a Îzmirê geriyan, lê tu agahî jê negirtin. Midûriyeta polîsan bersîva 'Kesek wisa li cem me tune ye' Piştî saet 16.00'an parêzer çûn Şaxa TEM'ê ya Îzmîrê, hêj nû rayedaran diyar kirin ku ev kes di bin çavan de ye. Diyar kirin ku niha şopa tiliyan distînin û wî dibin kontrola bijîşk. Li gorî agahiyên Yîgît, li Torbali ew teslîmî yekîneyek polîsên sivîl kirin. Piştre polîsên sivîl şewqe xistine  ruyê wî û nizane bi kuve birine. Ew birine zeviyek vala û 4 kesên rûpoş bi lêdanê ew derb kirine. Dîsa gef lê xwarine û xwestine bibe sîxur. Herî dawî ew binçavkirine û li dadgehê girtine.      DIVÊ SÛCDAR BÊN CEZAKIRIN   Prz. Încîn, anî ziman ku Yîgît Uste rastî îşkenceyê hatiye û wiha bi dawî kir: "Kî dibe bila bibe divê li tu kesî îşkence neyê kirin. Îşkence bi tu awayî nayê qebûlkirin. Divê kesên ev sûc kirine bi lez bên cezakirin.