Rapora ÎHD'ê: Girtî ji ber fikrên polîtik rastî binpêkirina mafan tên 2018-10-19 14:26:25 AMED - Şaxa Komeleya Mafên Mrovan (ÎHD) ya Amedê der barê rewşa Girtîgeha Xarpêtê de rapor amade kir û diyar kir ku girtiyên siyasî ji ber fikra xwe ya polîtîk rastî astengiya dermankirin, ragihandinê û lêpirsîna dîsîplînê tên.     Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, rapora ku der barê rewşa Girtîgehên Hêjmar 1 û 2 yên Ewlehiya Bilind ên Xerpêtê de amade kirin, li avahiya komeleyê bi çapemeniyê re parve kirin. ÎHD'ê bi sernavê “Rapora Lêkolîn û Tespitan a Giertîgeha Xarpêtê" parve kir. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun, diyar kir ku polîtîkayên ewlehiyê li ser hemû qadên jiyanê serdestiyê pêş dixe û wiha got: "Li Girtîgehan jî girtî rastî serdestiya hişk tên. Girtî ji ber sekna xwe ya polîtîk rastî pêkanînên taybet ên girtîgehê tên. Hem ji civakê tên îzolekirin û hem jî li girtîgehê rastî îşkenceya bi rêk û pêk tên. Girtî ji ber rastî zextên dermankirina bi kelepçe tên, nikarin ji mafê xwe yê dermankirinê sûdê bigirin.    ÎHLALÊN MAFAN ÊN HATIN TESPÎTKIRIN   Rapora piştî lêkolînê hat amadekerin Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Prz. Gurbet Yavuz bi çapemeniyê re parve kir.    Yavuz, rapor parve kir û wiha got: "Heyeta me di lêkolînê de gihişt qeneheta ku girtî rastî îşkence û muameleya xerab hatine. Rastî gefan hatine. Di bin tecrid û izolâsyonê de tên girtin Mafê wan ê tenduristî, ragihandin, çandî û civakî tê asteng kirin. Dîsa mafê wan ê ragihandin û parvekirinê ji destê wan hatiye girtin. Heyeta me gihişt vê fikrê ku girtî ji ber fikrên xwe yên siyasî rastî binpêkirina mafan tên û ev mafê wan ên zagonî ji destê wan tên girttin. Pirtîkên ku nehatine qedexekirin û der barê wan de biryara komkirinê tune be jî dîsa nadin girtiyan. Îdareya girtîgehê bi awayekî keyfî tev digere. Mafê azadiya agahdariyê ji destê wan distîne. Girtî rastî cezayê dîsîplînê û lêpirsînê tên."    BINPÊKIRINA MAFAN BERIYA OHALÊ Û PIŞTÎ OHALÊ BERDEWA KIRIYE   Yavuz, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên tespît kirine û wiha dirêjî da raporê: "Heyeta me tespît kir ku binpêkirina mafan a beriya OHAL'ê, piştî OHAL'ê jî berdewam kiriye. Hem dozgeriya komarê ya Girtîgehê, hem jî rêveberiya girtîgehê tedbîr negirtine. Binpêkirin bi rêk u pêk berdewam dike. Yên mafan binpê dikin nayên cezakirin. Em bang li Komisyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsa Tirkiye û Wesareta Dadê dikin ku gavan bavêjin û em van pêşniyaran dikin:    “*Em berî her tiştî dixwazin ku rejîma înfazê ya Tirkiye li gorî polîtîka û peymanên navneteweyî tev bigerin.  *Em dixwazin rêveberiya girtîgehan dawî li îşkenceya li ser girtiyan bînin.  * Divê bi lez tecrîd û îzolasyona li ser girtiyan bi dawî bikin. Divê şertê jiyana mirovahî bê avakirin.  * Divê mafê girtiyan ên tenduristiyê bê dayîn û astengiyên li pêş dermankirinê bên rakirin.  * Divê li Girtîgehên Hêjmar 1 -2 der barê personelên li dijî girtiyan tev li sûc bûne bên darizandin.  Divê ji bo heyetên serbixwe yên navneteweyî karibin li girtîgehê lêkolîna serbixwe amade bikin, divê hikûmet gavan bavêjin û derî li heyetan vekin. Em dîsa bang li Wezareta Dadê dikin ku erka xwe ya zagonî û li gorî peymanen navneteweyi pêk bîne."