Piştî Doza Nisêbînê polîsan parêzer û parlamenter Gunay tehdît kir 2018-10-19 13:58:47   MÊRDÎN – Piştî danişîna Doza Nisêbînê polîsan malbat, parêzer û parlamentera HDP’ê tehdît kir û li dijî wan zimandirêjiyê kirin.    Piştî danişîna pêncemîn a Doza Nisêbînê 53 kesên di serdema dorpêçê de hatin girtin xelas bû, rageşî derket. Piştî danişînê girtiyan birin li rîngan siwar kirin.    Di vê navberê malbat ji bo xatir ji zarokên xwe bixwazin derbasî cihê rîngan bû. Parêzerên girtiyan û Parlamantera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay jî di nav malbatan de cih girtin.    PARÊZER BÎLEN TEHDÎT KIRIN    Cihê ku malbat derbas bûnê gelek polîs hatin bicihkirin. Polîs ji ji dest hejandina malbatan a ji bo zarokên wan aciz bûn û gef li malbatan xwarin. Ji parêzerên dozê Zûhat Bîlen jî piştî rîng bi rê ketin xwest li hember li wesayîta xwe siwar bibe. Polîsan bi sînga Bîlen girt, ew astang kirin û wî dafdan.    Dafdana Bîlen bû sedema gengeşiyê û polîsan Bîlen bi binçavkirinê tehdîd kir.    POLÎS ZIMANDIRÊJÎ KIR    Li ser vê yekê Parlamenter Ebru Guney xwest mudaxeleyî rewşê bike û lê bes polîsan li dijî Gunay jî zimandirêjî kir û gotinên xerab gotin.    Li gel Gunay diyar kir ku parlamentere jî lê polîsek destê xwe bilind kir û parlamenteriya Gunay wiha kir hedef: “Tu wekîlê kîjan miletî yî. Tu ne wekîla min î. Tu wekîla terorîstayî.”    Di vê navberê de polîsan kişandina wêne û dîmenan a rojnamegeran jî asteng kir.    Piştî gengeşeya qewimî amirek polîsan bang li polîsên din kir ku derbasî avahiyê bibin û li ser vê yekê gengeşî bi dawî bû.    Parêzer û Gunay têkildarî mijarê çûn bi rayedarên Walîtiya Mêrdînê re hevdîtin kirin. Hat zanîn ku parêzer dê der barê polîsan de giliyê sûc bikin.