Togrul: Zanîngeha Dilokê 4 milyon û 984 hezar û 488 TL li ku xerç kiriye? 2018-10-19 13:52:59   DÎLOK - Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê û Amîrê Îdarî yê Meclîsê Prof. Dr. Mahmut Togrul, bal kişand ser nakokiya Rapora Xebitandina Sermayeya veberhênanê û Rapora Venêrtina Rêkûpêkbûnê ya Zanîngeha Dîlokê ku Prof. Dr Alî Gur Rektorê wê ye û got: "Li gorî bîlançoya 2017'an di hesabê 150 malzeme û madeyan yên tibbî û derman de ‘4 milyon û 984 hezar û 488 TL pere kêm e. Ev pere li ku  hatiye xerçkirin?"    Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê û Amîrê Îdarî yê Meclîsê Prof. Dr. Mahmut Togrul, der barê lêçûna malzemeyên tibbî û îlacan en sermayeya veberhenanê ya Zanîngeha Dilokê, pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Perwerdehiyê ya Neteweyî Ziya Selçûk bersîv bide. Parlamenterê HDP'ê Togrul, bal kişand ser nakokiya Rapora Xebitandina Sermayeya veberhênanê û Rapora Venêrtina Rêkûpêkbûnê ya Zanîngeha Dîlokê ku Prof. Dr Alî Gur Rektorê wê ye û got: "Li gorî bîlançoya 2017'an di hesabê 150 malzeme û madeyan yên tibbî û derman de ‘4 milyon û 984 hezar û 488 TL pere kêm e. Ev pere li ku  hatiye xerçkirin?"    Togrul ji bo Wezîr bibersivîne ev pirs pirsîn:    Li gori rapora Diwana Hesabdanê di buhayê derman û malzemeyên Tippî de 4 milyon û 984 hezar û 488 tl kêm e. Hûn difikirin ku der barê vî 4 milyon û 984 hezar û 488 TL yê kêm de daxuyani bidin. Ev 4 milyon û 984 hezar û 488 TL li ku hatiye xerçkirin. Der barê vê nelirêtiyê de tu lêkolîn hatiye kirin? Der barê rêveberiya zanîngehê de tu lêpirsîna hiqûqî hatiye kirin? Ji bo ev pereyê kêm paşve bê tahsilkirin tu hewldan heye? Kîraya ku hêj nehatiye dayîn wekî ku hatibe dayîn tê nîşandan. Ev kîra dane kê û li ku tahsîs kirine?