Cezayê Mamoste Ayşe hat taloqkirin 2018-10-19 13:35:06   AMED - Daxwaza taloqkirina cezayê Ayşe Çelîk a di raya giştî de weke mamoste Ayşe tê zanîn, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat qegbûlkirin.    Daxwaza taloqkirina cezayê Ayşe Çelîk a di dema qedexeyên derketina kolanan de bi riya telefonê li qenalekê televîzyonê geriya û got "Bila zarok nemirin", der barê wê de bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê" doz hatibû vekirin û paşê sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn, hat qebûlkirin. Ger daxwaza Çelîk nehatiba qebûl kirin dê bi pitika xwe re ji nû de biketa girtîgehê.    Parêzerê Çelîk Mahsûnî Karaman, li ser hesabê medya civakî biryar ragihan. Li gorî daxuyaniya  Karaman, cezayê Çelik taloqî 17’ê Nîsana 2019’an hat kirin.