Wasiyê Ocalan ji bo biçe Îmraliyê li dozgeriyê serlêdan kir 2018-10-19 13:21:35   STENBOL - Wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, ji bo biçe Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.   Wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, ji bo biçe Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.    SERLÊDANA PARÊZERAN HAT REDKIRIN    Li aliyê din, ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Nevroz Uysal, Serbay Koklu û Muharrem Şahîn ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevditin bikin cara 756’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê serlêdana parêzeran hat redkirin.      Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hincetên ‘rewşa xirab a hewayê’, ‘Keştî xirabe ye’ û ‘OHAL’ serlêdanên parêzeran red dike.