Rojnamegera pirs ji wezîr kir rastî gefa wezîr hat 2018-10-19 12:58:13   NAVENDA NÛÇEAYAN - Nûcegihana FOX'ê Damla Yildiz Soken, ku pirs ji Wezîrê Çandiniyê kir, rastî gefa wezîr hat. Wezîr li şûna bersîva nûçegîhan Damla Yıldiz bibersivîne got: 'Em dê agradîtasyonê li ser te pêk bînin. Tu rojnamegeriyê dike an maskaratiyê dike." Li ser vê yekê li ser medya civakî bertekên li dijî Wezîr zêde bûn. Pêşkêşvanê Bultena Sereke ya Nûçeyan a FOX'ê Fatih Portakal jî bertek nîşan da û got "Em karê ronîkirina civakê dikin. Em dê weşana van nuçeyan berdewam bikin."      Nûçegîhana FOX'ê Damla Yildiz Soken, dema pirs ji Wezîrê Çandiniyê Bekir Pakdemirlî pirsî rastî gefên wezîr Bakdemîr hat. Dema Damla Yildiz der barê îhaleya goşt de ji Wezîr pirs pirsî, rastî bertekên wezîr hat û bi gotina maskaratiyê tawanbar kir. Wezîr ev îhale wekî "ivir zivir" pênase kir û got: "Ez dê akredîtasyonê pêk binim" û bi maskaratiyê tawanbar kir. Li ser vê yekê Pêşkêşvanê Bultena Sereke ya  FOX'e Portakal, bertek nîşanî Wezîr da û got: "Piştî ev goşt ji derve hat we kontrola şarbonê kir ya na? Piştî we erk bi dest xist hûn çima xwe li ser zagonan dibînin? Hûn dikevin nava luksa rojnamegerê ku pirsan ji we dike û dixwaze cemaweriyê ronî bike bi çûk dixin. Bêyî îhaleyan ev goşt dikare têkeve Tirkiyeyê? Lê bersîva vê yekê li cem we tune. Tenê hûn bi karê ivir zivir mijûl dibin. Dê Akreditasyonê pêk bînin. Pêk bînin dê çi bê guhertin... Em dê çêkirina van nûçeyan û weşandina wan berdewam bikin Birêz Wezîr."