HDP dê li Amedê dest bi xebatên hilbijartina herêmî bike 2018-10-19 12:16:00   AMED – HDP, dê sibe li Amedê di “Komxebata Rêveberiyên Herêmî” de starta hilbijartinê bide. Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yurdusev Ozsokmenler, diyar kir ku piştî komxebatê, dê stratejiya hilbijartina herêmî, di civînên gel de, diyar bikin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê sibe li Amdê “Komxebata Rêveberiyên Herêmî” pêk bîne. Rojeva sereke ya komxebatê “Tecrûbeyên Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ên li Tirkiyeyê ye.” Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, hevparên HDP’ê û partiyên Kurdan dê beşdarî komxebatê bibin. Alîkara Hevseroka Giştî ya Berpirsa Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê Yurdusev Ozsokmenler, darbarê komxebatê de agahiyên berfireh parve kirin.    ‘DÊ POLÎTÎKAYAN QEYÛMAN NÎQAŞ BIKIN’   Ozsokmenler, diyar kir ku ji bo hilbijartina herêmî ya di 31’ê Adara 2019’an de bê lidarxistin xebatên wan ên piralî hene û wiha axivî: “Di komxebatê de, dê nîqaş li ser tecrûbeyên rêveberiyên herêmî, polîtîkayên şaredariyan, kêmasî û pirsgirêkên hatin jiyîn bên kirin. Meclîsa Jinan, Meclîsa Ciwanan û Meclîsa Partiyê (PM) ên HDP’ê dê beşdarî komxebata sibe bibin. Em li ser krîza aborî, polîtîkayên qeyûman, bêkarî û xizantiya mezin dibe nîqaş bikin. Tecrûbeyek rêveberiyên herêmî ya 20 salên DBP’ê heye. Weke partî emê van tecrûbeyan dewr bigirin, kêmasiyan tespît bikin û emê xwe ji bo serdema nû amade bikin. Em dersê ji xetayên xwe derbixin û ji bo serdema nû emê  polîtîkayên pratîk û modelên şaredartiyê tespît bikin. Emê pêşniyarên hemû hevalên xwe bigirin. Dîsan mînakên Fatsa û Samandag hene. Emê ji van jî dersan ji bo xwe derbixin. Emê modela xwe nû bikin û bi modelek nûjentir derbikevin pêşberî gelê xwe.”    ‘EMÊ STRATEJIYA XWE BI GELÊ XWE RE DIYAR BIKIN’   Ozsokmenler, anî ziman ku piştî komxebatê, dê li 20 bajaran civînên gel pêk bînin û wiha bilêv kir: “HDP dê Stratejiya xwe bi gelê xwe re diyar bike. Di hilbijartina herêmî de yekitiya hêzên girîng e. Dîsan em li hemû herêm, bajar û navçeyên Tirkiyeyê, bi sazî û dezgehên civakî, sendika û  rêxistinên derdorên cuda re tên gelhev, raman û pêşniyarên wan digirin. Di vê mijarê de xebatên me yên pêşwext hene. Bi van re me dest bi lêkolînên çemawerî jî kiriye.”      Ozsokmenler, bal kişand ser girîngiya komxebata dê sibe bê lidarxistin û wiha bi dawî kir: “Bi komxebatê re emê starta xebatên hilbijartina herêmî bidin û dest bi xebatên xwe bikin.”