Rejîm û DAIŞ êrîşî QSD’ê dikin 2017-10-25 16:11:51 DÊRA ZOR - Rejîma Baas û DAIŞ’ê êrîşî çeperên QSD’ê yên bakurê Dêra Zorê kir û QSD bersivek mezin da êrîşên Rejîmê.     Hemleya Bagera Cizîrê ya kontrolkirin û rizgarkirina gundewarên Rojhilatê Çemê Firatê ku di 9’ê Îlonê de hat destpêkirin di roja 53’yemîn de didome. Bi armanca rizgarkirina gundewarên Rojhilata Dêra Zorê ji DAIŞ ê, şervanên QSD’ê pêşdeçûna xwe bi lez didomîne, bi pêşdeçûnê re şervanan cihên girîng û stratejîk bidest xistin. Beriya du rojan QSD’ê Petrola herî mezin ku nêzî bajarê Meyadîn ê Sûriyeyê ye, kirin bin kontrolê û ji DAIŞ’ê paqij kirin.   11 DAIŞ HATIN KUŞTIN   QSD’ê ku cih li DAIŞ’ê teng kiriye, niha ber bi çemê Xabûr ve diçe. Di vê herêmê di encamê şer ên ku rû didin de DAIŞ neçar dimînin xwe paşde vekişîn in.  Hat gotin ku, ev du rojin DAIŞ’ê êrîşî cihên rizgarkirî yên QSD’ê Cefra (stasyona trênê) dikin, lê ew rastî bersivdayînê tên. Hat diyarkirin ku, di vê pêvçûna dijwar de 11 DAIŞ’ê hatin kuştin.    REJÎM BI ÇEKÊN GIRAN ÊRÎŞ DIKE   Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku li aliyê din jî Rêjîma Baas bi çekên giran êrîşî çeperên QSD’ê dike. Çavkaniyan anîn ziman ku Rêjîma Baas bi DAIŞ’ê re êrîşî gundê Cûbeyla yê ku 8 km dikeve rojavayê bakurê Dêra Zorê dikin. Ev gundê di bin kontrola şervanên QSD û Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê de ye, bersiv dan êrîşên DAIŞ û hêzên rejîmê. Hat ragihandin ku di pêvçûna rû dayî de 9 DAIŞ’ê hatin kuştin.     Li herêmê êrîşên hêzên rejîmê didomin û lige êrîşên rejîmê yên bi çekên giran, QSD ji bo heremê bernede li xwe dide.