Waniyan bersiv da Erdogan: Em ê li ser sindoqan hev bibînin 2018-10-19 09:18:00 WAN – Waniyan bersiva gotina Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan da, ku gotibû "em ê qeyûm tayîn bikin." Waniyan diyar kir ku bi vî awayî dixwazin kurdan ji sindoqê dûr bixin û gotin: "Çi dibe bila bibe, di hilbijartinê de çi hewce be em ê bikin. Em ê li ser sindoqê hev bibînin."  Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan, diyar kiribû ger di hilbijartina herêmî de namzetên HDP'ê bi ser bikevin ew ê qeyûm tayîn bikin. Waniyan bertek nîşanî vê yekê da û gotin: "Em ê di hilbijartinê de hevdu bibînin."    'ÇI HEWCE BE EM Ê BIKIN'    Faysal Acar, diyar kir ku ew gotinên Erdogan esas nagirin û got: "Dê AKP li Wanê nikaribe şaredariyekê jî bi dest bixe. Dê şaredarî hemû bibin ên HDP'ê. Em ê şaredariya xwe bistînin. Qeyûm avêtin şûna şaredarên me ew hilbijartin. Lê dîsa jî em ê vîna xwe hilbijêrin. Dibe ku dewlet qeyûm tayîn bike, lê di sindoqê de çi hewce be em ê bikin. Em gefên Erdogan şermezar dikin. Teqez em ê şaredariyên xwe bistînin."    'DIXWAZIN KURDAN ÇAVTIRSANDÎ BIKIN'    Hasan Guler jî diyar kir ku Erdogan ji bo şelafiyê ji MHP'a ku pê re îtifaq çêkiriye bikke wisa dibêje û got: "Dixwaze bi van gotinan kurdan çavtirsandî bike û peyamê bide netewperestan. A rast di vê hilbijartinê de herî zêde ji gelê kurd ditirsin. Lê em ê bi HDP'ê careke din şaredariyên xwe bistînin. Dê kurd xwedî li vîna xwe û dengê xwe derkevin. Nikarin dîsa qeyûm tayînî şaredariyan bikin. Tenê ji bo gelê kurd bitirsînin û bitepisînin wiha dibêjin. Naxwazin mirov biçin ser sindoqan. Dixwazin bîrbiriyeke wisa li mirovan peyda bikin; 'Jixwe em dengê xwe bidin jî dê dîsa ji me bistînin, loma ne hewce ye em biçin ser sindoqê.' Dixwazin vê fikrê empozeyî civakê bikin. Lê bila herkes zanibe ku êdî tu şansekî AKP'ê ne me. Em ê roja hilbijartinê hevdu bibînin."    'EM JI QEYÛM NE RAZÎ NE'    Hecer Mamûk jî anî ziman ku li Wanê dê HDP'ê bi rêjeyeke mezin şaredariyê bi dest bixe û got: "Dê di hilbijartina herêmî de HDP dîsa bi ser bikeve. Divê gelê me berbayî van gotinên Erdogan û AKP'ê nekeve. Ji bo şaredariyan ji me bistînin gefan dixwin. Bi vê dixwazin gelê me bitirsînin. Em ê şaredariya xwe bistînin û çi dibe bila bibe em ê radestî qeyûm nekin. Em ji qeyûm ne razî ne. Em mecbûr in xwedî li şaredariya xwe derkevin. Dê gel nehêle ku careke din qeyûm bên tayînkirin. Divê herkes xwedî li vîna xwe derkeve."    'JI BILÎ AZADIYÊ EM TIŞTEKÎ NAXWAZIN'    Huseyîn Demîr jî got: "Em ê di rêyeke rast de ber bi azadiya xwe ve bimeşin. Ev gotinên Erdogan nîşan didin ku, tiştekî ji bo kurdan rewa nabînin. Lê dê gelê kurd dev jê bernede. Gelê kurd berxwedêr e. Kurd natirsin. Teqez dê HDP hemû şaredariyên li Wanê bi dest bixe. Gelê Wanê ji bilî azadî û aştiyê tiştekî naxwaze. Em dixwazin herkes wek hev be."