ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2018'AN 2018-10-19 09:00:01 * Ji ber bihabûna arvan û nan, gel dîsa berê xwe da aşan. Abdullah Kaynakê ku li Çelê bi salan aşvanî kir, bilêv kir ku ji ber zeman û bihabûnê mirov dîsa berê xwe dan aşan.  * Waniyan bersiva gotina Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan da, ku gotibû "em ê qeyûm tayîn bikin." Waniyan diyar kir ku bi vî awayî dixwazin kurdan ji sindoqê dûr bixin û gotin: "Çi dibe bila bibe, di hilbijartinê de çi hewce be em ê bikin. Em ê li ser sindoqê hev bibînin."    * Esnafên Ataşehîrê diyar kirin ku ji ber zeman ew nikarin heqê fatûreyên xwe û kirêyên xwe bidin û gotin: "WIsa dewam bike em ê top bavêjin."    * Endamê Înîsyatîfa Piştevaniyê ya Ji Bo Girtiyan Emrah Topaloglû, destnîşan kir ku tevî hemû çewisandinan jî girtî li girtîgehan jiyanê ava dikin û got: "Li derve deng çi qas bilind bibe dê binpêkirinên mafan jî ew qasî kêm bibin."    * Li Silopiyayê erdê ku heqê wî milyonek lîre ye, bi 26 hezar lîreyî dan birayê rêveberê AKP'ê Huseyîn Taşkin, erdê heqê wî 500 hezar lîre ye bi 11 hezar û 500 lîreyî dan apê Serokê AKP'a Silopiyayê Fatîh Bîlen û erdê heqê wî 250 hezar lîre ye bi 6 hezar û 250 lîreyî dan Faysal Efe.    *  Li Hewengê cotkar Hasan Kûrtaran diyar kir ku êdî debra wî heqê gubre, mazot, av, ceryan û karkeran dernaxe û got: "Ji bo zirarê bidim an ez ê traktora xwe an jî wesayîta xwe bifiroşim."   * Qeymeqamê Xelfetiyê Şeref Albayrak, li Taxa Cibînê ji bo 28 xaniyan destûra îmarê dabû, lê belê piştî wekî qeyûm hat tayînkirin ji bo van xaniyan got "avahiyên qaçax in" û ew rûxand. Şêniyên taxê, gotin ew hatine xapandin û bertek nîşan dan.    * Hiqûqnasên jin ên li dijî sererastkirina “Mesrefa xizantiyê” ya dinava bernameya 100 roj çalakiyên Erdogan de cih digre derdikevin, diyar kirin ku mesrefa xizantiyê ne daîmiye û gotin: “Ev sererastkirin dê aboriya jinan xurt neke, berevajî jinan dê bêparastin bêhile.”    * 4'emîn danişîna 53 kesên ji doza Nisêbînê de tên darizandin dê di roja 5’an de li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bidome. (10.00)   * Rêveberiya Baroya Amedê ya nû dê gora Serokê Baroyê yê berê Tahir Elçî li Goristana Yenîkoyê ziyaret bikin. Baro dê piştre di hefteya 146'emîn de li ber Baroyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên li Girtigeha Xerpêtê dê li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.00)   * Talankirin û veguhestina berhem û warê dîrokî û çandî Heskifê didome. Îro dê hin berhemên din jî cihê wan bên veguhestin. (12.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, dê esnafên Navçeya Farqînê ziyaret bike. (13.00)   * 4'emîn danişîna doza rojnameger û nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan Dicle Medya (dîhaber) Erdogan Alayumat û Nûrî Akman ku li ser sînorê Hatayê nûçe dişopandin hatin girtin û piştre serbest hatin berdan dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Hatayê bê dîtin. (14.00)   * Danişîna doza Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim ku 7 sal û 6 meh ceza lê hat birîn û dadgeha bilind ceza xera kir dê ji nûve li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdinê bê dîtin. (14.00)