3 çalakgerên Kolana Yukselê hatin binçavkirin 2017-10-25 14:19:56   ENQERE - Li Kolana Yukselê di çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” a roja 351’an de, polîsan mudaxile kir û 3 kes bi lêdanê binçav kirin.     Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 231’an domiya. Çalakiya karkerên çemawerî yên ji kar hatin avêtin û piştevaniyê didin Nuriye û  Semîh a “Em karê xwe başve dixwezin” jî di roja 351’an de berdewam kir.  Kedkarên çemawerî Mehmet Dersulu, Nazan Bozkurt û piştevanên wan ji bo li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a Kolana Yukselê daxuyanî bidin li Kolana Konurê kom bûn. Polîsên bi mertalan kolan dorpêş kirî destûr neda çalakger derbas bibin. Çalakgerên xwestin li ber mertalên polîsan daxuyanî bidin, dirûşmên “Nuriye û Semîh rûmeta me ne” û “Em kedkarin, mafdarin û dê qezenc bikin” berzi kirin.    Di dema çalakgeran pankart vekir de polîsan êrîş û pankata çalakgeran çirandin. Polîsên  ku bi lêdanê sê kes kirin binçavan, dest danîn ser nasname û telefonên çalakgeran. Çalakgeran bertek nîşanî polîsên êrîşkar kirin û nasnameyên xwe xestin. Di heman demê de polîsan nehişt rojnameger wêneyan bikişînin.