Doza Nisêbînê di roja çaran de ye: Emniyet û daraz delîlan reş dikin 2018-10-18 14:56:08   MÊRDÎN – Di danişîna 53 kesên ji Doza Nisêbînê tên darizandin de dewama girtinê hat xwestin. Parêzeran miwekîlên xwe parastin û gotin: “Emniyet û daraz delîlan reş dike.”    Danişîna 4’emîn a Doza Nisêbînê ya 53 kes jê tên darizandin di roja çaremîn de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê dewam dike. Di danişînê de hin girtû û parêzerên xwe amade bûn.    DOZGER XWEST GIRTIN BIDOME    Di danişînê de ji mekamê îdiayê hat xwestin mutala bê pêşkêşkirin. Mekamê îdiayê tenê mutalaya navberê pêşkêş kir û bal kişand ser naveroka delîlên dosyeyê û sûcê xistine stûyê 53 kesan û xwest biryara dewama girtinê bê dayîn. Mekamê îdiayê diyar kir ku ew ê têkildarî mutalaya esas di qonaxên pêş ên darizandinê de mutalaya xwe bide.    Pişt re parêzerên girtiyan li dijî mutalayê parastinê kirin.    ‘WÊ HELWESTA WÊ BÊ DARIZANDIN’    Parêzer Gulbîn Şahîn Daghan diyar kir ku ji ber miwekîlê wê parastina xwe nekiriye dê ew jî parastinê neke û xwest miwekîlê wê ji Girtîgeha Wanê bînin danişînê. Daghan got miwekîlên wan ne ji çiya hatne û got: “Ew ji jî me lê dimînin hatine. Hemû fikrên xwe gotin. Ev dosye ne dosyeyek dê li vir xelas bibe ye. Wê biçe Dadgeha Destûra Bingehîn. Wê biçe Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û wê li wir jî darizandin pêk bê. Wê li wir ne helwesta me dê helwesta wê bê darizandin.” Daghan xwest miwekîlê wê berdan.    ‘EMNIYET Û DARAZ DIXWAZE DELÎLAN REŞ BIKE’    Parêzer Rengîn Ergul jî destnîşan kir ku ew tevlî mutalayê nabin û wiha got: “Ev dosyeya pêşiya me dosyeyek wiha giran e, bi rastî dadgerî, dozgerî û parêzeriya vê dosyeyê zor e. Em li benda dosyeyek dê bi balkêşî bê amadekirin in. Dibêjin ‘mikûrî heye’ lê bes mikûrî nîne. Di bin îşkenceyê de îfade hatine girtin. Ev yek gelek caran li vir hat gotin. Em dixwazin îfadeyên bi darê zorê hatin girtin ji dosyeyê bên derxistin. Miwekîlên me ji ber parastinên xwe rastî cezayê hucreyan tên. Em nikarin bi wan re hevdîtin bikin. Kameraya dîmênên îşkenceyê kişandiye hatiye paqijkirin. Em dixwazin hûn van dîmenan derxin holê. Li emniyetê dîmen çawa tên paqijkirin? Dixwazin delîlan reş bikin. Yên van delîlan reş dike emniyet û daraz e.”    Parêzer Onder Elçî jî anî ziman ku di dosyeyê de 3 nasnav li miwekîlê wî hatiye kirin û ji dadgehê ev pirsî: “Nasnavê miwekîlê min kîjan e? Îfadeyên miwekîlên me di bin îşkenceyê de hatine girtin. Em daxwaz dikin ku dîmenên îşkenceyê hûn derxin holê.”    ‘PARÇEYÊ HIQÛQA DIJMINTIYÊ YE’    Parêzer Zuhat Bîlen jî da zanîn ku ne pêkan ew tevlî mutalayê bibin û dosyeyê wek “komkirina trajediyê” pênase kir. Bîlen got ew hêvî dikin ku wê dadgeh bi rêyek rast ve biçe û yên neheq nînin armanc reşkirin e. Bîlen anî ziman ku polîsê bizmar di piyê wî de çûye jî xistine dosyeyê û ji her miwekîlek wî şandine bajarekî û ev yek jî wek “parçeyek hiqûqa dijminatiyê” bi nav kir.    ‘ÇEKÊN NEHATINE DÎTIN BIKARANÎZ’   Parêzer Necîp Dag jî diyar kir ku di girtekên teşhîsê de miwekîlên wan ser û çavê wan reş û şîn kirin e û serê wan hatine şikandin. Dag got: “Li Nisêbînê çekên di dîrokê de nehatine dîtin hatin bikaranîn.”    'WÎ XISTIBÛN HALÊ BÊHALAN'    Parêzer Gulistan Duran jî bal kişand ser pêvajoya binçavkirina yên ji dozê tên darizandin û got: “Dema ez çûm emniyetê miwekîl ewqas îşkence dîtibû nikaribû xeber bida. Di rewşek ‘hûn çi dixwazin bixwazin binivîsinin, ez ê îmze bikim’ de bû. Wî xistibûn halê bêhalan.”    Heyeta dadgehê navbera nîvro da danişînê.