Berpirsiyarên kana komirê ya Şirnexê hatin binçavkirin 2017-10-25 14:10:54   ŞIRNEX – Li Şirnexê 16 kesên di navde berpirsiyarên kanên komirê jî hene, hatin binçavkirin.     Li Şirnexê serê sibê polîs û leşkeran bi ser gelek malan de girt. Di nav de kesên kanên komirê dixebitînin jî hene 16 kes hatin binçavkirn. Hat zanîn ku Cindî Pusat, Veysî Çevîk, Yuksel Acar, Fahreddîn Adiguzel û Abdullah Acar hatine binçavkirin û ew birin 23’emîn Fermandariya Leşkeriya Tumen a Sînor a Şirnexê.    Di nav ên hatine binçavkirin de xwediyê firmaya kana komirê ya di 17’ê cotmehê de hezan lê çêbûbû û 8 karkeran jiyana xwe ji dest dabû jî heye.