Zimanzan: Qedexekirina Kurdî li dijî zanistiyê ye 2017-10-25 14:04:00 STENBOL - Zimanzan Necmiye Alpay nivîsa “Ez bi kurdî na peyîvim” a li dibistaneke Şirnexê hatiye vekirin nirxand û got: “Ev nêzîkatî li dijî hemû perwerdeyên zanistiyê ye.” Zimanzan Samî Tan jî got "Ev  yek polîtîkayên pişavtinê ye."   Li Dibistana Tumgeneral a Omer Keçecîgîl a taxa Gundogdu ya Şirnexê nivîsa “Ez bi kurdî na peyîvim” hat vekirin. Zimanzanan ev yek şermezar kirin. Zimanzan Necmiye Alpey û Samî Tan ev feraset nirxand û bal kişandin ser polîtîkayên pişavtinê.     ALPAY: LI DIJÎ RÊZIKNAMEYA PERWERDEYA ZANISTIYE   Zimanzan Necmiye Alpay, diyar kir ku wê ev nûçe di hesabên medyaya civakî de dit û wiha axivî: “Gelek kesan ev yek ne rast dît. Ev li dijî ramanên perwerdeya rasteqîne.  Ev yek li ser derûniya zarokan û civakê bandorên ne baş dihêle. Ez wisan difikirim ku ev netewperestiye. Dibe ku mamosteyek ciwan û bêtecrûbe be. Ji ber vê ketiye şaşiyek wisan. Ev nêzîkatiyek şaş a li dijî hemû rêziknameyên perwerdê ne.”      'EV NÎŞANEYA PIŞAVTINÊ YE'   Zimanzan Samî Tan jî, diyar kir ku ev berdewamiya polîtîkayên pişavtinê ye û  wiha axivî: “Dibe ku em hemûyan çîrokên dişibin vê bûyerê bihîstine û hatiye serê me. Lê raya giştî wisan vekirî nedîzanî. Cardin hat zanîn ku zarokên kurd bi kîjan trajediyan re rû bi rû ne. Gelek caran li malê jî zimanê kurdî tê qedexekirin. Di vê rewşê de hêjeya ku derûniya zarokan û hişmendiya dewletê bê lêkolînkirin. Divê bi taybetî  derûnas hişmendiya ew mamosta şandî wir, lêkolîn bikin. Bi zimanê dayîkê axaftin mafekê herî xwezayîye. Divê malbat dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin. Divê vê bêrûmetiyê qebûl nekin. Qaşo zimanê kurdî mîna dersên bijare dihat dayîn. Qaşo qanûn guhertin û di zanîngehan de beşên bi zimanê kurdî hebû. Di vê rewşê de, li ser zarokan ev yek ferz kirin şermek mezin.”