Partiyên siyasî yên Wanê: Tecrîdê rakin 2017-10-25 13:45:22 WAN - Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên li Wanê bang li hikûmetê kirin û xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakin. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî, diyar kir ku ger diyaloga bi Ocalan re berdewam kiribûya niha aştî ji bo her kesî mayinde bûbûya.  Nûnerên rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî ji bo balê bikişînin ser tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bang li rayedarên Tirkiye û Navneteweyî kirin û xwestin deriyê Îmraliyê ji malbat, parezer û heyetan re vekin. Nûner û rêveberên HDP, DBP, KCD'ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li pêş avahiya DBP'ê ya Wanê kom bûn û  daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî jî tev li daxuyaniyê bû. Hevseroka DBP'a Tuşba Leyla Durmiş daxuyanî da û bang li rayedaran kir ku deriyê Îmraliyê vekin.    Durmiş, xwest demek beriya demekê tecrîda giran a li ser Ocalan bi dawî bibe û bi lezgîm pêvajoya muzakereyan bidin destpêkirin. Durmiş, anî ziman ku tenduristî û ewlehiya Tirkiye û Rojhilata Navin girêdayî tenduristiya Ocalan e û xwest tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Durmiş, bang li cemaweriya Tirkiye û navneteweyî kir û xwest li hemberî van pêkanînan bêdeng nemînin û têkevin nava tevgerê.    SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE    Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî, diyar kir ku ger diyaloga bi Ocalan re berdewam kiribûya niha aştî ji bo her kesî mayinde bûbûya.  Geveri, anî ziman ku tecrid îşkence û sucê mirovahiyê ye û wiha got: "Tenduristiya birêz Ocalan çawa ye nayê zanîn. Destûr nadin malbat û parêzer biçin hevditinan pêk bînin. Hûn ji çi titirsin. Hemû gelê Tirkiye Ocalan wekî mîmarê aştiyê nas dike. Hûn çima destûr nadin malbat û parêzer biçin. Hikûmeta îro bi pêvajoya kaos û darbeyan li ser piyan dijî. Îro hikûmet polîtîkayên 30 salan li ser gelê kurd hatin meşandin xistiye meriyetê."