Girtîgeha Tîpa T a Wanê nûçeyên Ocalan sansûr dikin 2017-10-25 13:31:01 WAN – Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê di rojnameyan de nûçeyên têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi meqesê tên birîn.  Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi hefteyane rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bi îdîaya “Propagandaya rêxistinê” nadin girtiyan. Li gorî agahiyên girtiyan parve kiriye rojnameyên didin girtiyan jî nûçeyên têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî ji aliyê rêveberiya girtîgeha vê tê sansûrkirin didin girtiyan. Nûçeyên têkildarî Ocalan bi meqesê tên birîn û wêne jî bi pênûsê tên reşkirin.    NÛÇEYÊN ERDOGAN REXNE DIKIN QEDEXE NE    Di rojanmeyan de nûçeyên Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan rexne dikin jî tên jêkirin. Hat zanîn ku nûçeyên rexne dikin jî bi hinceta “Heqaret li mezinên dewletê dikin” tên birîn. Pirtûkên malbat dibin girtîgehê jî bi hinceta OHAL’ê bernadin hundir û pirtûkên ji aliyê Weşanxaneya Aramê ve tên çapkirin jî rêveberiya girtîgehê paş ve dişîne.    DERNAKEVIN HEVDÎTINA PARÊZER    Gelek girtî ji ber hevdîtina parêzer û muwekîl bi kamerayê tê şopandina jî dernakevin hevdîtinê.