ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2018'AN 2018-10-18 09:00:18 * Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan gotibû "ger di hilbijartina herêmî de namzetên HDP'ê bi ser bikevin, ew ê qeyûm tayîn bikin." Colemêrgiyan bertek nîşanî vê yekê de û destnîşan kirin ku ew sed carî jî qeyûm tayîn bikin ew ê dîsa jî namzetên xwe hilbijêrin.  * Li Wanê keyayên ku Wezareta Karên Navxweyî ew ji peywirê girtin, diyar kirin ku bêyî der barê wan de lêpirsînek hebe ji peywirê hatine girtin û ev yek dûrî demokrasiyê ye û dê gel hesabê vê yekê di sindoqan de bipirse.    * Li gundê Çemê Elika û Xeraba yê Licê operasyona leşkerî 8 rojan domand. Gundiyan behsa vê yekê kirin û gotin: "Malên me bi kar anîn, heywanên me mirin, bi zorê alaya tirk daliqandin, dest danîn ser qûtên me û xwestin em koç bikin. Tu dibê qey xaka welatekî din fetih kirine."    * Polîsan avêt ser navnîşana berê ya namzetê parlementeriyê yê HDP'ê yê Edîrneyê Hasan Atîk. Atîk got: "Polîs xwestine ji hevalên min re gotine dema bi te re xeberda bêje 'her terorîst dê çi bê serê te jî'."    * Cenazeyên kesên di dema îlankirina qedexeya derketina derve ya li bajaran û pevçûnan de mirin, li goristanên bêkesan hatine definkirin û hin jê jî li morgan tên sekinandin. 265 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin û 442 cenazeyên din ên li goristanên bêkesan û li morgan tên rawestandin, nadin malbatan.    * Li girtîgehan gelek girtî dosyeyên xwe yên pirtûkan ji weşanxaneyan re dişînin û tn çapkirin, lê belê îdareyên girtîgehan pirtûkên ku wan nivîsandine nadin wan.    * Rêveberiya HDP'ê ya nû ya Dersimê, got hilbijartina herêmî roja hesabpirsînê ye û dê gel hesab ji qeyûman bipirse.    * Danişîna heftemîn a kesên erîşî cenazeyê Hatun Tugluk kirin dê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeya Golbaşi bê dîtin. (09:30)   * Danişîna çaremîn a Doza Nisêbînê ku 53 kes jê tên darizandin dê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê dewam bike. (10.00)   * Nobeda Edaletê ya parêzeran dê di hefteya 75'emîn de li ber Edliyeya Çaglayan Stenbolê dewam bike. (11.30)   * Platforma Piştevaniya Karkerên Balafirgeha 3'yemîn dê têkildarî şert û mercên karkeran li avahiya Şaxa Odeya Avahîsazan a Buyukkentê ya li Karakoya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13. 00)   * Hevserokê HDP'a Stenbolê yê berê Dogan Erbaş jî di nav de 2 jê girtî 12 rêveberên HDP'ê ku tên darizandin dê danişîna wan a biryarê li 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê bê dîtin. (13.30)   * Danişîna Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin dê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê dîtin. Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî û parlamenterên HDP'ê yên herêmê jî beşdarî danişînê bibin. (13.30)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û heyeta pêre dê derbasî Mûşê bibin û li avahiya partiya xwe bi gel re bicive. (16.00)   * Malbatên Roboskî dê hefteya 355'emîn de biçin ser gorên zarokên xwe û lêgerîna xwe ya edaletê dewam bikin. (16.30)