ÎHD: Penaber parçeyek jiyana wekhev a mirovahiyê ne 2018-10-17 16:56:39   ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê bal kişand ser mirinên penaberan ên dawî û got penaber ne mirovên wekî "Ên din" bên dîtin û parçeyek jiyana wekhev a mirovatiya ne.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê têkildarî mirina penaberan a rojên dawî li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Li ser navê komeleyê Ahmet Çîçek daxuyanî da û got koçberî ne çarenûsî ye û got: “Mirvo ji ber şer, hilweşandin, zext û zilma li welatên xwe ji bo jiyanek aramtir bijîn bêyî ku dizanibin çi li benda wan e derdikevin rê. Çimkî welatê dixwazin biçinê dê jiyanek nû ji xwe re ava bikin. Lê bes gellek ji wan hêviya wan pêk nayê. Ya dimirin ya jî di rêyên têde diçin tên ‘dîger’ kirin. Çawa ku heman tişt li welatê me pêk tê.”    ‘NÊZÎKATIYA LI DIJÎ KOÇBERAN NÊZÎKATIYA LI HEMBER MIROVAHIYÊ YE’    Çîçek da zanîn ku nêzîkatiya dewletan li dijî koçberan bi awayek nêz bi nêrîna li mirovatiyê mêzekirin re eleqedar e û wiha got: “Penaber ne ew kesin ku bên ciyawzkirin. Em wek parêzvanê mafê mirovan; penaberan ne mirovên wekî ‘ên din’ bên ditin in û berevajî vê yekê em penaberan parçeyên jiyana mirovatiya wekhev dibînin.” Çîçek ji bo penaberan banga hestiyariyê li hemû aliyan kir.