Li Girtîgeha Tîpa L a Kîlîsê Gokhan dest bi greva birçîbûnê kir 2018-10-17 16:41:40   KÎLÎS - Mesût Gokhan ê li Girtîgeha Tîpa L a Kîsîlê, ji ber tundî û heqareta lê hat kirin û cezayê hucreyê yê lê hat birin, ji bo 7 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.   Li Girtîgeha Tîpa L a Kîlîsê, Mesût Gokhan ji ber îşkence û heqaretên gardiyenan, zext û cezayê hucreyê ji bo 7 rojan dest bi greva birçîbûnê kir. Ji 17 girtiyên li girtîgehê tên girtin Mehmet Sînan Ayçîçek di hevdîtinê de ji malbata xwe re ev tişt gotin: “Li ser Gokhan êrîş û zextên fîzîkî û derûnî hene.”    DÊ HEMÛ GIRTÎ DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIKIN    Ayçîçek, derbarê rewşa Gokan de, ji malbata xwe re wiha got: “Rayedarên girtîgehê, bi awayekê keyfî cezayê qedexekirina telefon, hevdîtina vekirî û nameyan daye Gokhan. Rewşa derûniya  Gokhan pir xera be. Gardiyan Gokhan derp dikin û heqaretê lê dikin. Bi zanebûn Gokhan di hucreya yek kesî de digirin. Berê li gel me dima. Lê dûre kirin hucreyê. Xwest ku bê qawîşê, lê ev daxwaza wî hat redkirin. Gokhan bi her awayî tecrît kirine. Gokhan ji ber van pêkanînan ketiye greva birçîbûnê. Ger pêkanînên keyfî yên li ser Gokhan neyên bi dawî kirin, hemû girtiyên siyasî yên di girtîgehê de dê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin.”   Derbarê mijarê de me li rayedarên girtîgehê geriya, lê tu bersiv nedan pirsên me.