15 muxtar li Lîcê ji peywirê hatin girtin 2018-10-17 16:30:59   AMED –  Wezareta Karên Hundir diyar kir ku 259 muxdar ji peywirê gritine. Ji van muxtaran jê 15 muxtar ji Lîcê ne. Muxtarên ku ji peywirê hatin dûrxistin biryar teblîgî wan hat kirin.    Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu li 103 gund û 156 taxan bi giştî 259 keya ji peywirê girt. Wezaretê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku 259 keya ji peywirê girtine. Wezaretê piştî muxtar ji peywirê girtin, li dijî muxtaran operason da destpêkirin. Piştî muxtar ji peywirê girtin teblîgata 15 muxtarên tax û gundên  Lîcê radestî wan kir. Li gorî vê yekê muxtarên Gundê Celik Abdurrahman Akdemir, Muxtarê Gundê Barav Bahri Narin, Muxtarê Gundê Xeraba Edip Nazlier, Muxtarê Gundê Çemê Elika Nakif Mamuk, Muxtarê Gundê Dizdenî Husnu Aslan, Muxtarê Gundê Comelaş Yusuf Peker, Muxtarê Gundê Karahasan Hanifi Gulen, Muxtarê GunDê Kalî Çetin Dirin, Muxtarê Gundê Karincak Aziz Dogan, Muxtarê Gundê Xosor, Seyfettin Demir, Muxtarê Gundê Heşedere Mahfuz Mayda, Muxtarê GunDê Cofitne Abdurrezak Kuzu, Muxtarê Gundê Sisê Nejat Îzgî, Muxtarê Gundê Mele Meki Yalçın û Muxtare Gundê Marke, Çerkez Babur ji peywirê hatin girtin.    Ji muxtarên ku ji peywirê hatin girtin, Muxtarê Gundê Karahasanê Hanifi Gulen, hat binçavkirin û anîn Midûriyeta Polîsan a  Amedê. Polîsan di serdegirtina mala muxtar de derimê mala wî şikandibûn.