Parazvanên mafên mirovan derxistin dadgehê 2017-10-25 13:12:19 STENBOL - Yekemîn rûniştina doza 8 jê girtî 11 parazvanên mafên mirovan li 35'emîn Dadgeha Cezayen Giran a Stenbolê dest pê kir. Parazvanên mafên mirovan, hevalên wan, malbat û tev li rûniştinadroze bûn.  Yekemîn rûniştina doza 8 jê girtî 11 parazvanên mafên mirovan, li 35'emîn Dadgeha Cezayen Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê dest pê kir. Beriya rûniştina dozê dest pê bike, parazvanên mafên mirovan, malbat û hevalên kesên der barê an de doz vekiriye li ber Edliyeya Çaglayanê kom bûn. Parêzer û parazvanên mafên mirovan li vir daxuyanî dan çapemeniyê û bal kişandin ser binpêkirina mafên mirovan.    Li ser navê parazvanên mafên mirovan Koordînatora Giştî yê Platforma Hevpar a Mafên Mirovan Feray Salman, daxuyanî da û bal kişand ser mafên mirovan. Salman, ji bo parazvanên mafên mirovan ên girtî azadi xwest. Salman, ani ziman ku piştî hewldana 15'ê Tîrmehê binpêkirina mafan, girtin û binçavkirin zêde bûye û ji bo balê bikişînin ser girtina hevalên xwe û binpêkirina mafên mirovan li vir kom bûne. Salman, xwest ev bê edalati bi dawî bibe û hevalên wan bên berdan.    Kom piştî li ber edliyê daxuyani dan derbasî salona rûniştina dozê bûn. Rûniştina dozê bi parazvanên mafên mirovan ên girtî ku anîn salona dadgehê dest pê kir. Parazvanên mafên mirovan ên girtî Îlknur Ustun ji Girtigeha Sincanê Prz. Taner Kiliç jî ji Girtigeha Şakranê bi riya SEGBİS'ê tev li dozê bû.    Rûniştina dozê bi tespîta nasnameyan dest pêkir. Nûnerê RSF'e yê Tirkiye Erol Onderoglu, Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin, Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, Endama MYK'ê ya EMEP'ê Levent Tuzel, siyasetmedar Ufuk Uras, Nûnerê Human Rights Watch (HRW) yê Tirkiye Emma Sinclair, Hevsera Rojnameger Hrant Dink Rakel Dink, Hevsera Ahmet Kaya Gulten Kaya û gelek kesên din li salona dadgehê amade bûn.   Rûniştina dozê ku bi dehan parêzer amade bûn bi tespîta nasnameyan dest pêkir.