'Rêveberiyên Halkevlerî berdin' 2018-10-17 14:59:46   EDENE /MÊRSÎN - Halkevlerî, ji bo binçavkirina 4 serokên şaxên xwe yên li Enqerê, li Mêrsîn û Edeneyê çalakiyên şermezarkirinê lidar xistin.    Halkevlerî, bi armanca şermezar kirina binçavkirina 4 serokên şaxên xwe yên li Enqerê, çalakî li dar xist. Şaxa Halkevleî ya Edenê, li dijî êrîşan li avahiya şaxa xwe civîna çepmeniyê pêk anî. Di daxuyaniyê de, pankarta “Rêveberên me yên dibin çavan de berdin. Halkevlerî nayê bêdeng kirin. Fatûreya krîzê dê gel nede” hat vekirin. Nûnerên Kongreya Demokartîk a Gelan (HDK), Egîtîm Sen, SES û Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) beşdarî civîna çapemeniyê bûn.    DÊ TÊKOŞÎN BI DAWÎ NEBE   Seroka Şaxa Halkevî ya Edenê Sûltan Karahan daxuyanî da û wiha axivî: “Tirkiye ketiye nava krîzek aborî û desthilatdar dixwaza fatûreya vê krîzê bi gel bide dayîn. Ji ber vê dixwaze gel bê rêxistin bimîne. Em binçavkirina 4 serokên şaxên xwe yên li Enqerê şermezar dikin. Muhr dê tu carî yekitiya têkoşîna Halkevlerî bi dawî neke. Em dixwazin hevalên me bên berdan. Emê hemû malên gel, jinên azadiyê dixwazin, karker û karkedkarên jiyanek azad û wekhev dixwazin birêxistin bikin. Em ê tu carî dest ji vê têkoşîna xwe bernedin.”   MÊRSÎN   Şaxa Halkevkerî ya Mêrsînê jî, bi heman armancê li şaxa xwe civîna şermezar kirinê li dar xist. Nûnerên HDP, CHP, DÎSK û ÎHD’ê beşdarî civînê bûn û piştgirî dan. Serokê Şaxa Halkevlerî yê Mêrsînê Abdullah Kaan Bîket, di daxuyaniya da de xwest 4 serokên şaxên wan ên Enqerê bên berdan.     Bîket, da zanîn ku li gel hemû êrîşên faşîzane jî, dê têkoşîna xwe ya birêxistinkirinê berdewam bikin.