Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan : Suvarîogullari berdin 2018-10-17 14:33:58   STENBOL - Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan, xwest ku Umut Firat Suvarîogullari yê bi hinceta li ser dîwaran dirûşme nivîsandin û belavok belav kirin di sala 1994’an de hat girtin, bê berdan.     Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan, ji bo balê bikişine ser rewşa Umut Firat Suvarîogullari yê bi hinceta li ser dîwaran dirûşme nivîsandin û belavok belav kirin, di 2’yê Îlona 1994’an de hat girtin, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çepemeniyê pêk anî. Pankarta “Ji Umut Firat Suvarîogullari re azadî” bi salona civînê ve hat kirin. Nivîskarê rojnameya Meydan Vahap Guler daxuyanî da çapemeniyê û wiha axivî: “Suvarîogullari bi sûcdariyên ‘li ser dîwaran dirûşme nivîsandin û belavok belav kirin’ 25 salin di girtîgehên cuda de tê girtin. Dibin îşkenceyek giran de îfadeya Suvarîogullari girtin û pê dan îmzekirin. Ji ber vê cezayê girtîgaha giran ê muebetê dan Suvarîogullari. Dosya ji bo DMME hat şandin û şandeya DMME’yê beyî ku serlêdanên din lêkolîn bike, biryar da ku ‘Pîvana darizandina adîlane hatiye binpêkirin.’”    ‘DADGEHÊ DAXWAZ RED KIR’   Guler, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Piştî biryara DMME’yê jî, bêhiqûqiya dibin çavan de, di pêvajoya girtin û darizandinê de jî berdewam kir. Di encama serlêdan û îtîrazên parêzeran de ji nû ve dest bi dadgehkirinê hat kirin. Umut Firat cara yekemin di 7’ê Tîrmeha 2016’an de derket dadgehê. Dadgehê bi tu awayî daxwaza serbest berdana Firat qebûl nekir û biryara danişînê taloqî 19’ê Cotmaha 2018’an hat kirin.”   Guler, da zanîn ku danişîna biryarê ya Umut Firat di 19’ê Cotmehê de dê bê dîtin û xwest Suvarîogullari bê berdana.