Pênûs û lênûstê nadin rojnameger Akgul 2018-10-17 14:25:04   MÊRDÎN - Malbata Rojnameger Ugur Akgul ê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtî, 2 pênûs û lênûsk jêre şandin. Lê rayedarên girtîgehê bêyî sedem nişan bidin pênûs û lênûsk qebûl nekirin.    Rojnameger û nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Ugur Akgul, ê dema li navçeya Nisêbînê di serdema qedexeya derketina kolanan de nûçe dişopand hat binçavkirin û serbest hat berdan, rastî 2 sal û 6 meh ceza hatibû. Akgul, piştî cezayê wî hat erêkirin hat girtin. Akgal, piştî cezayê wî hat erekirin di 8'ê tebaxê de hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Malbata Akgul ji bo Akgul lênûsk, pênûs û ajanda şandin, lê radeyarên girtîgehê alavên malbatê şandibûn hilnegirtin hundir. Hat zanîn ku lênûska wêneyan a biraziyên Ugur Akgul ên zarok jêre xêz kiribûn û wêneyên daristan, mal, çem, roj li ser xêz kiribû jî nedan.    Malbata Akgul, diyar kirin ku der barê sedema nedayîna lênûsk, pênûs û amûrên din de tu hincet nîşan nedan.